KASTAMONÛ - Hejmara kesên di karesatên lehiyê yên li Deryaya Reş rû dan de, jiyana xwe ji dest dan derket 71’ê.
Hejmara kesên di karesatên lehiyê yên li herêmên Rojava û Navendî yên Deryaya Reş rû dan de, jiyana xwe ji dest dan derket 71’ê. Serokatiya Rêvebiriya Afat û Rewşa Awarte (AFAD) ragihand ku li Kastamonûyê 60, li Sînopê 10 û li Bartinê jî kesekê jiyana xwe ji dest daye. Dermankirina 8 welatiyan a li nexweşxaneyê jî didome. Hat diyarkirin ku 47 serlêdanên kesên winda hatiye kirin.