Rojnamevan Guleş: Cihê ku ez lê mabûm ez ê ji wir berdewam bikim

  • rojane
  • 09:03 16 Tebax 2021
  • |
img
ŞIRNEX - Rojnameger Mehmet Guleş ê ku piştî 5 salan şûn de ji girtîgehê derket wiha got: "Em çiqasî bên astengkirin, çiqasî bên girtin em ewqasî bihêztir dibin. Heta ku jiyan bidome ev kevneşopî jî wê berdewam bike."
 
Di sala 2016'an de nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) ku bi KHK'ê hat girtin Mehmet Guleş, ji ber nûçeyên ku çêkirin û hevdîtina bi riya telefonê bi çavkaniyên xwe re pêk anî, wek sûc hat dîtin û bi hinceta "Endamê rêxistinê ye" 9 sal 4 meh û 15 roj cezayê girtîgehê lê hatibû birîn. Rojnameger Guleş, piştî 5 salên di girtîgehê de ma, ji Girtîgeha Xarpêtê derket.Rojnamevan Guleş, behsa girtina xwe û êrişên li dijî rojnamevanan axivî.
 
'NÛÇEYA KU MIN ÇÊNEKIRÎBÛ SÛC HAT DÎTIN'        
 
Rojnameger Guleş anî ziman ku ji ber wî raya giştî ji rastiyan agahdar kir hat girtin û Tirkiye welatek rojnamegeran e ku ji ber nûçeyên rast nivîsandine hatine girtin û wiha axivî: "Sedema ku ez hatim girtin, bîranîna Roboskî bû ku min şopandibû. Cihê ku bîranîna Roboskiyê çêbû ez li wir nebûm. Ez wê demê ne li Xarpetê, li Çewlîgê bûm. Çavkaniyên nûçeyan ên li Xarpetê li min geriyan û gotin ku ew ê bîranîna Roboskiyê li dar bixin. Ji ber ku ez li Çewlikê bûm, min jî ji wan re got ku wêne û dîmen ji min re bişînin. Lê ne wêne ne jî dîmen ji min re nehat. Ji ber ku nehat, min jî nûçe derbas nekir. Nûçeyeke ku min ne şopandibû weke sûc nîşan dan. Ew kesên ku 34 mirov bi bombebaranê qetil kirin îro li derve ne, lê ew kesên ku nûçeyên wan çêdikin, yan jî çênekirine tên darizdandin. Ne tenê ez kê li hemberî komkujiya Roboskiyê bertekên xwe anîbe ziman gelek ji wan hatin binçavkirin û doz li wan hatin vekirin. Di dosyeya min de di heman demê de şervanê YPG'ê ku di şerê Kobanê de birîndar bûbû, li nexweşxaneyek Amedê dihat dermankirin bicih kiribûn. Ew şervanê YPG'ê piştî 6 mehan şûnde jiyana xwe ji dest da û min jî nûçeya wî çêkiribû. Çêkirina vê nûçeyê jî weke sûc hat dîtin. Lê tişta balkêş ew e ku di heman salê de Serokwezîrê serdemê Davutoglu bi Hevserokê PYD'ê re li Enqereyê hevdîtin pêk anî. Hevdîtina PYD'ê û hikumeta wê demê nebû sûc lê nûçeya şervanek YPG'ê bû sûc. Her wiha di wê salê de hêzen navnetewî jî alîkarî dida Kobanê. Cîhanê Kobanê nas kir. Lê derxistina rastiyan û rastiyan bi raya giştî re parvekirin weke sûc dibînin û me rojnamegeran didarizînin. Axaftina min a bi çavkaniyên xwe re sûc hat dîtin. Rojnameger bi çavkaniyên xwe ve rojnameger e." 
 
'MIROV ÇIQAS JI QADÊ DÛR BIKEVE JÎ KELECAN BI DAWÎ NABE' 
 
Guleş diyar kir ku di girtîgehê de rojnameger herî zêde jî bêriya nivîsandina nûçeyan dike û wiha got: "Ji salên 90'î vir ve li ser çapemeniya azad zext û êriş berdewam dikin. Kî dijberî hikûmetan tevbigere hat qetilkirin. Lê weke çapemeniya azad em mecbûrîn ku gel ji rastiyan agahdar bikin. Divê em weke çapemeniya azad bihêztir bibin û rastiyan bêtir derbixin holê. Di girtîgehê de dema ku rojname didan mirov bi kelecan dibû. Dema li girtîgehê rojnameya Yenî Yaşam, Xwebûn an jî Evrensel ji me re dihat wek ku cejn bû, em ewqas kêfxweş dibûn. Çimkî em ji rastiyan agahdar dibûn. Di girtîgehê de di nav çar diwaran de dibe ku mirov ji rojnamegeriyê dûr bikeve, lê belê ew kelecana di hûndirê mirov de wenda nabe. Çawa nan û av ji bo mirovan pêdiviye, ji bo rojnemvan jî nûçe nivîsandin wek nan û av pêdiviyek ferz e. Heger nûçe nivîsandin nebe nabe. Rojnamegerekî çiqas ji qadan dûr bikin jî ew kelecana di hûndirê mirov de bi dawî nabe. "
 
'PIRTÛKÊN KURDÎ QEDEXE BÛN Û ROJNAME NEDIDAN GIRTIYAN' 
 
Guleş di berdewama axaftina xwe de bal kişand li ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û got: "Li girtîgehê mafê her însanî tê binpêkirin. Di van 6 salan de êrişên derûnî hene. Em di lêgerîna tazî de derbas dibûn. Her çiqas dewlet bibêje ku di girtîgehan de lêgerîna tazî tune ye jî ne rast e. Ez bi xwe bi vê îşkenceyê re rûbirû mam. Di girtîgehê de kesên ku lêgerîna tazî qebûl nedikirin jî îşkence li wan dihat dikirin. Gelek hevalên me bi vî rengî hatin îşkencekirin. Her çiqas di girtîgehan de îşkence, êriş hebe jî li dijî vê jî berxwedan heyû. Rojnameyên weke Evrensel,Yenî yaşam nedidan me. Rojnameya Yenî Yaşam ew sê sal û ya Evrenselê jî 2 sal bûn nedidan me. Pirtûk nedidan me, ji du hefteyan carekî 7 pirtûk didan me. Dema ku pandemiyê dest pê kir mehekî yan jî 2 mehan carekî yek pirtûk didan me. Pirtûkên me yên kurdî qedexe bûn. Di nav pirtûkên kurdî de tenê ferheng û rêziman neqedexe bûn. Di heman demê de tedawiya girtiyên nexweş tê astengkirin. Heta ku sewq çê dibe divê mehek di ser re derbas bibe. Em di sedsala 21'emîn de ne, lê hîn jî zimanê me tê astengkirin."
 
'BI GIRTINAN EV KEVNEŞOPÎ BI DAWÎ NABE' 
 
Guleş destnîşan kir ku li tevî hemû zor û zehmetiyan jî çapemeniya azad tu caran teslîm nebûye û got: "Li ser çapemeniya azad êrişên mezin hene, lê di dîrokê de heta niha çapemeniya azad nehatiye bêdengkirin û wê neyê bêdengkirin. Bi girtina min yan jî çend kesan ev kevneşopî bi dawî nabe. Çiqas em bên astengkirin, çiqasî bên girtin em ewqasî bihêztir dibin. Heta ku jiyan bidome ev kevneşopî jî wê bidome. Cihê ku ez li mabûn, ez ê ji wir berdewam bikim." 
 
MA / Zeynep Durgut 
 
 
 
 

Sernavên din

17/08/2021
09:00 ROJEVA 17'Ê TEBAXA 2021'Ê
16/08/2021
20:10 Nûçegihana Jinnewsê Canozer hat berdan
18:26 Li Silopiyayê 5 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
17:52 PÎA û Înîsiyatîfa Heq serdana malbata Şenyaşar kir
17:14 Jinên êzîdî bertek nîşanî eskerên Iraqê dan
16:54 Hejmara kesên di karesata lehiyê de mirin derket 71’ê
16:49 Rêvebera ÎHD’ê hat berdan
16:35 'Li Girtîgeha Gîresûnê 100 girtî bi koronayê ketin'
16:27 Di binçavan de pirsên dubare ji rojnamevan Canozer kirin
16:04 Ciwanên ku sîxurtî lê ferz kirin: Em ê paş ve gavê neavêjin
15:21 HDP'ê ji bo doza girtinê dema zêde xwest
15:03 Çîftyurek: Astengkirina li pêş navê Kurdistanê rakin
14:45 Li Edeneyê 28 kesên binçavkirî hatin berdan
14:05 Li Amedê tê payîn 58 kesên binçavkirî sewqî edliyeyê bên kirin
13:55 Li Wanê çalakî û şahî carek din hatin qedexekirin
13:40 Malbata Şenyaşar: Heta kujer neyên dirazandin em ê li mala xwe rûnenin
13:37 Hevdîtina ‘Dema Azadiyê’ ya li Qoserê hat taloqkirin
13:03 Li Agiriyê malbatan şer kir: 3 mirî, 6 birîndar
13:02 Li Hezexê mirina bi guman a zarokekî
12:50 Balafirên Tirkiyê êrişî navenda Şengalê kirin
12:45 Şewata li Midyadê hat vemirandin
12:44 Li Balafirgeha Kabîlê îzdîham: Herî kêm 5 kesan jiyana xwe ji dest da
12:43 Midurê Polîsan ê Meramê ji wezîfeyê hat girtin
12:09 Li derveyî sînor 3 eskeran jiyana xwe ji dest da
11:59 Çakmak ê ku pasdarên Îranê wî qetil kirin, hat veşartin
11:52 Karkerên demsalî heqê keda xwe nastînin
11:26 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:10 Hejmara kesên di karesata lehiyê de mirin derket 70’yî
09:18 Şoreşa Jinê ya Rojava mohra xwe li konferansê da
09:04 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 263'emîn de dewam dike
09:03 Rojnamevan Guleş: Cihê ku ez lê mabûm ez ê ji wir berdewam bikim
09:02 'Bi destserkrina endamên RJAK’ê têkoşîna jina kurd hat hedef girtin'
09:01 Li Mîdyadê agir bi daristanê ket
09:00 ROJEVA 16'Ê TEBAXA 2021'AN
15/08/2021
20:00 Ji ber koronayê 154 kesan jiyana xwe ji dest dan
19:50 Di daweta kurê xwe de hat binçavkirin
19:09 Derbarê êrişa li dijî Mala Cemê de 2 kes hatin binçavkirin
15:33 Sûka Bedlîsê ku weke ‘avahiya bixeter' hatibû îlankirin tê valakirin
15:18 Li Bûrsayê operasyona medya sanal
15:10 Onlu: Divê em tecrîda li ser Ocalan bişikînin
13:23 Li Êlih û Mêrdînê hejmara binçavkiriyan derket 10'an
13:08 Li Amedê 63 kes 3 roj in di bin çavan de ne
12:46 Li Edenê jinek hat qetilkirin
12:05 Şewata li Setkarê bixwe vemirî
11:38 Pasdarên Îranê sînor derbas kirin û ciwanekî qetil kirin
10:42 Malbata Şenyaşar: Nebin hevparê sûc
10:14 Li Erzirom û Qersê lehî rabûn
09:20 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 262'emîn de dewam dike
09:18 Li Êlih û Mêrdînê serdegirtinên malan: Hevserokên HDP'î hatin binçavkirin
09:05 Parlementerê YNK'ê Werdî: Hikûmet ji bo çareserkirina pirsgirêka avê tiştekî nake
09:04 Cobarê Zerganê bûye sergo
09:03 Çîroka behsa çalakiyên greva birçîbûnê dike: Olum Ûykûdaydi
09:01 Keleş: Divê têkoşîna ji bo demokrasiyê û ekolojiyê bibe yek
09:00 ROJEVA 15'Ê TEBAXA 2021'Ê
14/08/2021
22:15 Bûldan: Pêdivî bi Ocalan heye
20:02 Posterên Ocalan hatin vekirin: Êlih îşareta azadiyê da
19:55 Li Şemzînanê hevdîtina 'Dem dema azadiyê ye': Bêyî gelê kurd tu partî nikare bibe îqtidar
17:14 ‘Li welat karesata siyasî tê jiyîn’
16:37 ÎHD: Şahîd heye, girtin tuneye
16:25 Hejmara kesên di karesata lehiyê de mirin derket 44’an
16:02 Tedawiya nexweşa penceşêrê Pehlîvan tê astengkirin
15:48 Girtiya anjiyo bû, li nexweşxanê 8 rojan kelepçekirî ma
15:22 Cotkar ji DEDAŞ’ê re got: Tişta ku tê kirin şêlandin e
15:00 ÎHD'ê rapora derbarê êrişa nijadperest a li Çorûmê de eşkere kir
14:35 Li Êlihê pirsa aqûbeta Demîr kirin
14:24 Eskeran êrişî cotkaran kirin: 2 birîndar, 7 binçav kirin
14:17 Kurê Ertak ê 29 salin windaye: Em ê dev ji lêgerînê bernedin
13:22 Li Rihayê şermezarkirinên DEDAŞ’ê mezin dibin
12:58 'Ji ber ku me daxwaza hevserokatiyê kir, doz li me hatin vekirin'
12:40 Li Elkê di teqînekê de 2 kes birîndar bûn
12:21 Êrişî Mala Cemê ya Alî Baba Sûltan kirin
12:20 Polîsan li Şirnexê bi ser malan de girtin: 8 kes binçav kirin
12:13 Hejmara kesên di karesata lehiyê de mirin derket 40’an
12:01 Pirsa aqûbeta Akdenîz ê berî 27 salan hat binçavkirin, kirin
11:41 Gokçûr ê hat revandin û ‘sîxurtî’ lê hat ferzkirin gilî kir
10:36 Malbata Şenyaşar: Dest ji siyasetê berdin, xwe bêxin şûna me
10:33 Polîsan êrişî esnafan kir: Herî kêm 70 binçav kirin
10:17 Nûnerê TÎHV’ê yê Amedê: Desthilat nijadperestiyê pîroz dike
10:10 Şewata li gundê Setkarê belav dibe
09:47 Du xwişkên ku ketin Çemê Zorava xeniqîn
09:10 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 261'emîn de dewam dike
09:08 Gel ji ber xebatên çêkirina rê yên qeyûm bêzar bûye
09:07 'Em ê ji bo her darekê heya dawiyê li ber xwe bidin'
09:05 Hevserokê HDP'a Stenbolê Avci: Gel tecrîdê qebûl nake
09:03 'Berpirsiyarê êrişên li dijî penaberan îqtidar û CHP ye'
09:01 Lehiyên radibin ji ber mudaxileya mirovan a li xwezayê ye
09:00 ROJEVA 14'Ê TEBAXA 2021'AN
13/08/2021
21:19 Li Girtîgeha Gîresunê 19 girtî bi Covîd-19'ê ketin
20:46 Bayindir: Rizgarî şikandina tecrîdê ye
20:19 157 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:21 Rojnamevan Guleş hat berdan
17:53 Heyeta KCD û DBP'ê li sînor e: Kurd bi sedan sal in têdikoşin
17:42 Hevserokên giştî yên DBP û HDP'ê li Çewligê bi coşek mezin hatin pêşwazîkirin
17:22 Li Elkê agir bi daristanê ket
16:53 Li Qoserê gel vexwendin hevdîtina ‘Dema Azadiyê’
16:43 Li Girtîgeha Çûkûrovayê girtî ji hemû mafan bêpar in
15:48 3 bajar weke herêma bobelatê hatin îlankirin
15:34 Balafirên şer ên tirk sivîlek qetil kirin
15:33 Hevseroka HDP’ê ya Mûşê Nêrgiz hat girtin
15:23 Endamê Meclîsa Ciwanên HDP’ê Ermîş hat binçavkirin