RIHA - Malbata Şenyaşar a bi daxwaza edaletê 158 roj in li pêş Edliyeya Rihayê nobetê digire, ev peyam da: “Daxwaza edaletê û agirê di dilê dayikekê de dişewite wê seltenata bişatafat hilweşîne.”
Çalakiya nobeta edaletê ya malbata Şenyaşar a li pêş Edliyeya Rihayê, di roja 158’emîn de didome. Malbat di saetên serê sibê hat li pêş edliyeyê û dest bi çalakiya xwe kir.
‘CEZAYÊ PEREYAN NIKARE ME TÊK BIBE’
Ferît Şenyaşar ê têkildarî çalakiya nobetê ku didomînin axivî, wiha got: “Têkoşîna me di bin zilmê de didome. Kesên li vir afîşan didizin, afîşan hêcet nîşan didin û ceza dinivîsin difikirin ku em ê dest ji daxwaza xwe ya edaletê berdin reben in. Duh dîsa polîsan zilm li me kir. Em di afîşa xwe de dibêjin heq, hiqûq û bila ev zilm bi dawî bibe. Dozgerî û miduriyeta polîsan ji daxwaza me ya darizandina kesên 3 mirovên me qetilkirin re cezayê pereyan birî. Cezayê pereyan nikare me têk bibe. Têkoşîna me mezin dibe û didome. Heta ku daxwaza me bi cih were em ê li vir bin.”
DAXWAZA EDALETÊ YA DAYIKÊ
Malbata Şenyaşar li ser hesabên xwe yên medyaya sanal jî ev parvekirin kir: “Nobeta me ya li pêş edliyeyê, encama bêçaretî, kerb, êş û xeman e. Hûn difikirin ku dê wisa bimîne. Daxwaza edaletê û agirê di dilê dayikê de ku dişewite, wê seltenata bişatafat hilweşîne.”