ENQERE - Tumena Sûltan Mûrad a Tirkiye piştgiriya wê dike, li bejahiya Efrînê bi ser gundê Qûort de girt û 15 gundî desteser kir.
Li gorî nûçeya Ajansa North Press, koma çekdar a bi navê Tumena Sûltan Mûrad bi çekan bi ser gundê Qûort de girt û kesên temen mezin jî di nav de 15 gundîyî girtin. Derbarê aqûbeta gundiyan de agahî nehatin bidestxistin.