Gunay: Bi karesata rêveberiyê re welat veguherî cîhê agir

img

ENQERE - Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, bal kişand ser karesatên lehî û şewatên li welat rû didin û got: “Karesata ekolojiyê bi karesata rêveberiyê re bûne yek û welat veguherandin cihê agir.” 

 
Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay, civîna xwe ya çapemeniyê ya heftane li Navenda Giştî ya partiya xwe li dar xist. Gunay, behsa lehî û şewatên li welat rû didin kir û wiha got: “Mixabin, mirovahî hem bi pandemiyê re û hem jî bi karesatên ekolojîk re mijûl dibe. Li aliyekê karesata lehiyê û li aliyê din jî, şewatên daristanan dewam dikin.
 
7 KESAN JIYANA XWE JI DEST DAN
 
Şewat piştî wêranî û hilweşandinek mezin hatin vemirandin. Di van şewatan de 7 welatiyên me jiyana xwe ji dest dan. Em dibêjin rehma Xwedê li wan û sersaxiyê ji malbatên wan re dixwazin. Di heman demê de bi deh hezaran daristan şewitîn û bi sedhezaran zindî jiyana xwe ji dest dan. Em bi karesateke ekolojîk re rû bir û ne. Karesata ekolojîk bi karesata rêveberiyê re bûn yek û welat veguherandin cihê agir. Ev hemû windahî mîrata hevpar a ne tenê vê axê, di heman demê de malbata mezin a tevahiya mirovî ye.
 
POLÎTÎKAYÊN ŞER Û TECRÎDÊ
 
Weke ku tê zanîn Tirkiye bi xwe ne hatiye vê astê. Ev hemû ji ber polîtîkayên şer û tecrîda heyî ne. Birêz Abdullah Ocalan, bi salane rastî pêkanînên keyfî û dijmirovahî tê. Di pergala Îmraliyê de, dibin şert û mercên tecrîdek girtan de tê girtin. Ev 5 salin Ocalan dibin tecrîdek daîmî de ye û Tirkiyeyê jî îro di vê rewşa hilweşandinê de ye. Îşkenceya li Îmraliyê dewam dike, bûye navê rejîmeke totalîter. Girtiyên di girtîgehên Tirkiyê de, ji bo ku tecrîda daîmî rabe, di greva birçîbûnê de ne. Ji ber vê êriş, gef, darb, lêgerînên tazî, zext, muameleyên xirab, îşkence û cezayên disîplînê yên li dijî girtiyan zêde bûne.   
 
Em pirs dikin ku gelo agahiya wezareta dadê ji van binpêkirinên mafan heye? Gelo ev pêkanînên keyfî û nêzîkatiyên zilm kar, di kîjan hiqûqê de cih digirin?
 
GELÊ ÊLIHÊ WÊ BIHERIKE QADAN
 
Di dawiya heftê de, wê Hevserokên me yên Giştî li Êlihê bi gelê me re bên gelhev. Mîtînga me ya Êlihê wê di 14’ê Tebaxê de bê lidarxistin. Em hemû gelê xwe vedixwînin mîtînga xwe. Em ê li dijî talan, recrîd, nijadperestî, hilweşandina ekolojîk û krîza aboriyê di 14’ê Tebaxê de li Parka Newrozê ya Êlihê bên gelhev. 
 
Rêveberiya Xweser a Rojavayê li Cenevreyê nûnertiya xwe vekir. Pîroz be. Nûnertî ji bo têkiliya wan xurttir bibe gleke girîng e. Em dizanin Şoreşa Rojava, li Rojhilata Navîn, li herêmê, ceribandineke giring a dîrokî ye û ji bo gelan nîşaneya rêyeke nû ya şoreşger e. Em serbilind in. Ji bo wê jî parastin, bipêşxistin û tacîdarkirina vê şoreşê ne tenê erka gelê Kurd û gelên Bakurê Sûriyeyê ye. Parastina Rojava erka temamê mirovahiyê ye. Lewma em ji vir bang li hemû welatan dikin. Em hêvî dikin, pirsgirêkên li Rojava bên çareserkirin û rêveberiya xweser li cîhanê bi awayekî fermî bê naskirin. 
 
Her wiha em ji ber ku kuştina berpirsê Hizbê Demokrat a Kurdistanê (HDK) Musa Babaxanî gelek xemgîn in. Ji malbata Babaxanî re ji siyaseta kurd re sersaxî dixwazin. Em hêvîdarin ku ev bûyera li Hewlerê qewimiye bi aweyeke zelal bê eşkerekirin.”
 

Sernavên din

13/08/2021
14:43 SUDEF: Bila faîlên Gevriye Sari bên dîtin
14:42 Hevdîtina parêzeran a ji bo kesên di bin çavan de sînordar kirin
14:42 Têkildarî êrişa li Altindagê 72 kesên din hatin binçavkirin
14:19 Rojnamevan Canozer di 6 salan de cara 4’emîne tê binçavkirin
13:55 KESK'ê serdana Malbata Şenyaşar kir
13:49 Kaya yê tedawiya bi kelepçê red kir, paşve şandin girtîgehê
13:35 Êlih ji hevdîtina 'Dema Azadiyê' re amade ye
13:18 Mirina biguman a jineke ku malbata wê ew ji stargehê wergirt
13:13 Malbat, wasî û parêzeran ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
12:35 Qeymeqamê Qoserê ji AKP’ê re bû sponsor
12:35 Asayîşa PDK’ê ji malbata Tatli re got: Agahiya me jê nîne
12:07 Hunermendê girtî tevlî çalakiya greva birçîbûnê bû
11:53 Malbata Şenyaşar: Bi cezayê pereyan nikarin me têk bibin
11:23 Rasho ya hat qetilkirin bi dirûşmeyan ber bi Şengalê ve hat rêkirin
11:15 Li Dîlokê girtiyek sewq kirin
11:12 Ligel dîmenên lêdanê jî, dadgehê doza tazmînatê red kir
10:50 Dikana ku wî bi hevkarê xwe yê sûriyeyî re dida xebitandin hat talankirin
10:23 Li Amed û Edenê serdegirtina malan: Herî kêm 59 binçav kirin
10:11 ‘Nêzikatiya Tirkiyeyê ya li dijî jinan çi be, ya PDK'ê jî ew e’
09:13 Koma 49'emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:12 Fîlmê 'dînên' Dersimê çêdike
09:10 Tevî ku înfaza wî qediyaye, 8 meh in nayê berdan
09:08 Divê fatûreya şewatan li îqtidarê bê birîn
09:06 Li Bazarcixê cihêkariyê di warê xizmetê de dikin
09:05 DEDEF: Mûnzûr tê qirêjkirin, divê tevdîr bên girtin
09:03 Dosyeya faîl Yûsûf Guzelyûrt heta ber dev tijî ye!
09:00 ROJEVA 13'Ê TEBAXA 2021'AN
08:13 Li Edenê polîsan bi ser gelek malan de girtin
08:12 Li Kerboranê polîsek li mala xwe kuştî hat dîtin
07:57 Rojnameger Bêrîtan Canozer hat binçavkirin
12/08/2021
22:03 138 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
20:04 Li Rihayê ji 24 saziyan 'seferberiya' aşiyê
17:13 18 Cotkarên ku DEDAŞ şermezar kiribûn hatin binçavkirin
16:35 Gefa "wê cenazeyê te ji girtîgehê derkeve" li girtî xwarin
16:21 Derbarê sûcê dijminatiyê de xwestin kirariyên qanûnî bên destpêkirin
16:10 Li Geverê hevdîtina gel: Wê ev sal bibe sala azadiya Ocalan
15:32 Penaberên Sûriyeyê yên rastî êrişî hatin: Canê me di talokê de ye
15:15 Polîsan mudaxaleyî malbata Şenyaşar kir: Pankart sûc hat hesibandin
14:52 Koma girêdayî Tirkiyeyê gundiyên efrînî girt
14:51 Di êrişa nijadperest a ser penaberan de 76 kes hatin binçavkirin
14:48 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
14:34 Gunay: Bi karesata rêveberiyê re welat veguherî cîhê agir
14:32 Li Serêkaniyê zarokekî 3 salî bi guleyê ji serê xwe birîndar bû
14:27 Bavê Gulnaz Karataş jiyana xwe ji dest da
14:26 Ji RTUK’ê cezaye ‘Newekheviya zayendiya civakî'
14:00 Li Hezexê zarokekî xwest ku întîhar bike
13:59 Li Cizîrê şer derket: 2 kes birîndar bûn
13:29 9 sal cezayê girtîgehê li rojnameger Karakaş hat birîn
13:28 HDK: Ji êrişa Altindaxê desthilat berpirsyar e
13:10 Hikûmetê ji sedî 6+6 zem pêşniyarî kedkarên cemaweriyê kir
12:36 20 kesan bi awayekî sîstematîk zarokekê îstismar kirine
12:28 Îsyana Emîne Şenyaşar ‘Yên ku komkujî kirin serbest digerin’
11:13 Mehmud Osman: Divê PDK aqûbeta 3 HPG’iyan aşkera bike
11:04 Li Hewlêrê birîna avê: PDK hat şermezarkirin
10:12 ‘Malbata Şenyaşar ji bo herkesê têkoşîna edaletê dide’
09:46 Kaplan: Divê Komîteya Wezîran zextê li Tirkiyeyê bike
09:07 Greva birçîbûnê di roja 259'emîn de dewam dike
09:06 MEBYA-DER: Divê her kes li ber pêkanînên hovane rabe
09:05 Sevîmlî: Pasîfbûna darazê qirkirina cinsî gur dike
09:04 Piştî 36 salan vegeriya û 'Tevgera Jinûve Avakirina Jiyanê' da destpêkirin
09:04 Ciwanê ku sîxurtî lê hat ferzkirin serî li ÎHD'ê da û gilî kir
09:03 Kesên ji ber lehiyê mexdûr bûne, dixwazin xaniyên wan bên çêkirin
09:02 Bavê Tûncel: Ji bo girtiyan divê muxalefeta li kuçeyan zêde bibe
09:01 Bijîşk Yaman: Her ku aşîkirin zêde bibe dê mirin û pêketin jî kêm bibe
09:00 ROJEVA 12'Ê TEBAXA 2021'AN
11/08/2021
22:07 128 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
22:04 HDP'ê civîna herêmê ya Behra Reş li dar xist
17:12 Ciwanên BMG’î li dijî êrişên nijadperest belavok belav kirin
17:06 Li Rihayê 8 girtî hatin sewqkirin
16:50 Wê cenazeyê jina êzidî ya hatibû qetilkirin bibine Şengalê
16:35 Gunay: Çalakiya greva birçîbûnê navnîşana çareseriyê nîşan dide
16:10 Kaya serdana Malbata Şenyaşar kir
15:36 Banga TJA’yê: Divê jinên siyasetmedar werin berdan
15:29 2 girtiyên jin sewqî Girtîgeha Tarsûsê kirin
15:03 Li Besta û Heftanîn koka daran anîn
14:44 Ji bo girtina kar a 29 personelan 8 hezar û 973 kesan serlêdan kir
14:35 Serdanên HDP'ê didomin: Bi çareserkirina pirsgirêka kurd re em dikarin bêhn bigirin
13:59 Parlamenterê alman ji bo piştevaniyê serdana HDP'ê kir
13:10 Bi lîstika şanoyê bal kişandin ser qirêjiya hawirdorê
13:02 Faîlê Eda Nûr Kaplan hat girtin
12:41 Malbata Şenyaşar: Wê îhale ji mensûbên darazê re bimîne
12:11 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:44 Lîstikvanê şanoyê Yalçinkaya li ser gora xwe hat bibîranîn
11:18 ‘Tirkiyê keça min, PDK’ê jî birayê min birin’
11:03 Hemşîreyên bi amûrên kêm mesaiya zêde dikin: Derzî bibin
10:48 Hevseroka HDP’ê ya Mûşê hat binçavkirin
09:09 Greva birçîbûnê di roja 258'emîn de dewam dike
09:08 Dorpêça li ser Mexmûrê 3 sal in didome: Divê NY û hikûmeta Iraqê erka xwe pêk bînin
09:07 Gundiyên bandor ji lehiyê girtin dixwazin pir û cihok bên çêkirin
09:06 Oneren: Tecrîd hemû azadî ji holê rakirin
09:04 Santralên li Mereşê hê jî bêfîltre ne!
09:02 Li DEDAŞ'ê şebekeya 'nelirêtiyê'
09:00 ROJEVA 11'Ê TEBAXA 2021'AN
10/08/2021
21:19 HDP'ê dest bi hevdîtinên xwe yên li Trakyayê kir
17:47 Li Çelê hevdîtinên 'Dema Azadiyê'
14:52 Di protestoya DEDAŞ’ê de 2 cotkar hatin binçavkirin
14:41 Polisan daxuyaniya ji bo Aslan ku cenazeyê wî bi kargoyê hatibû şandin asteng kir
14:18 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê careke din serlêdan kirin
14:02 Li Êlihê banga ‘Dema Azadiyê’ hat kirin
13:56 Jinek û 15 zilam tevlî civîna walîtiyê ya jinan bûn