ŞIRNEX- Li taxa Yenî ya navçeya Hezexê zaroka 16 salî xwest ku întîhar bike.
Li taxa Yenî ya navçeya Hezexê ya Şirnexê, duh danê êvarê zaroka 16 salî ya ku navê wê nehat zanîn ji ber sedemeke ne diyar xwest ku întîhar bike û dawî li jiyana xwe bîne. Li ser agahdarkirina malbatê gelek wesayitên agirkujê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Zaroka ku hewl da întihar bike hat astengkirin û bi ambulansê ew rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Hezexê.
Hat zanîn ku rewşa wê baş e.