ENQERE - Hunermend Şirovan bi berhema xwe ya ewil a kurdî “Gulîxanim” ku çîroka dayika xwe vegotiye, bal kişand ser zewacên di temenê biçûk de.
Hunermend Şirovan (Yilmaz Kaya) ku li Enqereyê dijî xwe amade dike ku di 9’emîn salvegera mirina dayika xwe de berhema xwe ya “Gulîxanim” ku ji bo dayika xwe nivîsandiye bi hezkiriyên xwe re parve bike. Berhema Gulîxanim a Şirovan ku bal kişandiye ser kesên di temenê biçûk de tên zewicandin wê bibe xebata wî ya ewil a bi zimanê dayika wî. Şirovan, berhema xwe ya ku 10’ê tebaxê (îro) li ser hesaba xwe ya youtube parve bike û çîroka wê ji ajansa me re vegot.
XIZMÊ ZARÎFEYÊ YE
Şirovan ku li navçeya Macîran a Sêwazê ji dayik bûye, diyar kir ku dapîra wî xizma Zarîfeya di Serhildana Koçgiriyê de cih girtî ye û bi lêv kir ku ji ber vê yekê navê Zarîfe dane dayika wî. Şirovan, anî ziman ku dapîra wî ji wan re çîroka Elîşêr û Zarîfeyê vedigot û da zanîn ku ew bi xwe jî bi van çîrokan mezin bûye.
XEMGINIYA DAYIKA WÎ
Şirovan, diyar kir ku dixwaze derbarê erdnîgariyê de berheman çêbike û ji çîroka dayika xwe îlham girtiye. Şirovan, da zanîn ku dayika wî li derdora wan weke “Gulîxanim” tê nasîn û di 17 saliya xwe de hatiye zewicandin û wiha got: “Dayika min bi awayekî jixweber hin tişt vedigotin. Qala dayik û gundê xwe dikir. Me dît ku di bin wan berhemên xemginî yên dayika min de zewicandina bi temenê biçûk heye. Em jî man di bin bandora vê rewşê de.”
Şirovan, bi lêv kir ku di berhemên ku dayika wê digotin de zêdetir hesret hebû û wiha berdewam kir: “Di wê demê de jinan zewicandina bi temenê biçûk weke “çarenûs” didîtin. Her tim gazineke dayika min hebû le hewl da ku em pê nehesin. Dayika min zarokên keç ên di temenê biçûk de dihatin zewicandin weke “zarê” bi nav dikir.”
‘DERDEKÎ MIN HEYE’
Şirovan, bi lêv kir ku di sala 1993’an de piştî Komkujiya Sêwazê dest bi lêdana tembûrê da û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ez di berhemên xwe de zêdetir cih didim pirsgirêkên civakî. Heke erdnîgarî xweşbûya em jî da cih bidin karên xweş. Beriya çend rojan li Konyayê malbateke kurd ji holê hat rakirin. Li her derê şewat hene û nayên vemirandin. Komkujiyên Pirsûs û 10’ê Cotmehê çêbûn. Min jî nikarî tiştekî din çêbikim. Hewl didim ku di hişê mirovan de tiştekê bihêlim. Mûzîk ji bo min teşeyeke xwe îfadekirinê ye. Derdekî min heye ji ber wê yekê dixwazim pirsgirêkan bi awayekî hevpar bibêjim.”
Şirovan, beriya niha jî têkildarî Komkujiya 10’ê Cotmehê ya Gara Enqereyê berhema “Mîtînga Çûkan (Kuş Mitingi), têkildarî wêneyê Serokê Komeleya Hiqûqnasên Hemdem Selçûk Kozagaçli yê ser gora bavê wî berhemek û di rojbûna Denîz Gezmîş de berhema bi navê “Denîz” derxistiye.
Gotinên berhema Şirovan a bi navê “Gulîxanim” wiha ne:
GÛLÎXANIM
Hem ber Çiyayê Sûrik ra bû
Rê ket gûndê Sidikan
Qîz û bûkê li hespan siwar bûn
Ket rêya hêla Macîran
Kincik li xwe kiriye
Weki hîva şevan
Hespa xwe na xazîki here
Nav her dû biran
Navê bûkê Gûlîxanim e
Çiton dane hînê zarê
Kes na pirsî ew çend salî ye
Şêrîna diya xwe ye
Şêrîna bavê xwe ye
Ew de û heft salî ye
Li nav xelkê xerîb e
Sal ranabirin vira diyarê
Hêla Koçgîriyê
MA / Berîvan Altan