Serokê Giştî yê KKP'ê Çîftyurek: Rojava ji bo yekîtiyê zemîn e

  • rojane
  • 09:53 10 Tebax 2021
  • |
img
AMED - Serokê Giştî yê KKP'ê Sînan Çîftyurek, destnîşan kir ku kurd gava biçin Lozanê divê yekîtiya xwe çêbikin û bi proje biçin. Her wiha Çîftyurek îşaret bi yekîtiyeke di ser perçeyan re kir û got: "Rojava ji bo yekîtiyê zemîn e."   
 
Serokê Giştî yê Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyurek, diyar kir ku di serdemeke ku Peymana Lozanê rojevê de ye kurd kirine çar perçe, kurd ji bo destkeftiyên xwe biparêzin divê yekîtiya neteweyî pêk bînin û ji bo vê bang li hemû aliyan kir ku gavên berbiçav bavêjin. 
 
AMADEKARIYÊN TIRKIYEYÊ JI BO ÊRÎŞKIRINÊ 
 
Çîftyurek, anî ziman ku Amerîka bi derketina ji Afganistanê li Asyayê serî li guherîneke taktîkî daye û NATO bi pêşniyara parastina Balafirgeha Kabîlê ya Afganistanê ya ji aliyê Tirkiyeyê ve, ji bo êrîşên li ser Rojava û Herêma Kurdistana Feder dixwaze destên Tirkiyeyê xurt bike. Çîftyyurek, bi lêv kir ku dê ev polîtîka li seranserê erdnîgariya Rojhilata Navîn belav bibe û êrîşên vê dawiyê yên li Serêkaniyê, girêdayî vê yekê ne. 
 
‘DIVÊ KURD BI PROJE BIÇIN LOZANÊ' 
 
Çîftyurek, destnîşan kir ku tiştên li Rojhilata Navîn diqewimin ji ber rojanekirina Lozanê ne û kurd jî divê bi projeyên têkûz biçin Lozanê. Çîftyurek, diyar kir ku bi taybetî jî divê Rêvebiriya Herêma Kurdistana Federe û Rêvebiriya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo 2023'yan projeyên xurt çêbikin. Çîftyurek got: "Siyaseta kurd û kadroyên siyasî hemû divê têkildarî 2023'yan de siyaseta Tirkiyeyê bişopînin. Lê tişta sereke, vîzyona 2023'yan a siyaseta Kurdistanê çi ye? Projeya wê çî ye? Ji bo yekîtiyê divê çi bê kirin? Divê ev pirs bên pirsîn. Yanî dixwaze ji Lozana 2023'yan re bibêje çi? Gotina 'Ez li dijî Lozanê me' têr nake. Ji lewre destkeftiyên nû hene û îro Tirkiye dixwaze destkeftiyyên Başûr û Bakur tune bike. Heger Tirkiye keysê bibîne dê êrîş bike. Ji ber ku Tirkiye wekî meseleya man û nemanê nêzî vê dibe, êrîşên xwe didomîne." 
 
YEKÎTIYA NETEWEYΠ
 
Çîftyurek, diyar kir ku gelê kurd ji bo parastina destkeftiyên xwe divê yekîtiya neteweyî pêk bîne û ji bo ev yekîtî di ser perçeyan re be divê PDK jî di nav yekîtiyê de be. Çîftyurek, got: "Partiyên siyasî ji bo destkeftiyên gelê kurd, ji bo peywir û destkeftiyên xwe çi dikin? Heger em behsa yekîtiyeke di ser perçeyan re bikin rast e, bêyî PDK'ê yekîtî nabe. Bi taybetî bi 2 an jî 3 partiyan nabe. Lê heger behsa yekîtiya li perçeyan bikin, yekîtiyeke neteweyî ya bi vî awayî tune ye. A rast dê kêmasî be, lê dê yekîtî çêbibe. Lê divê em têkildarî Lozanê de, li ser yekîtiyeke di ser perçeyan re bisekinin. Ji bo vê jî 2 an jî 3 partiyên wekî PDK'ê divên.
 
‘ROJAVA ZEMÎNA YEKÎTIYÊ YE' 
 
Di berdewamê de Çîftyurek, da zanîn ku heke li perçeyan yekîtî çêbibe dê yekîtiya neteweyî jî pêk bê û wiha pê de çû: "Niha ne li Bakur ne jî li Başûr yekîtiyeke tune ye. Yekîtiya me li Bakur çêkiriye, bes ne yekîtiyeke ji bo hilbijartinê ye. Heger em li vir û li perçeyên din tifaqa di nav xwe de bikin tifaqeke mayinde, wê çaxê dê yekîtiyeke di ser perçeyan re bê nîqaşkirin. Lê niha ji bo yekîtiyeke di ser perçeyan re tu gav tune ne. Ev yek, tenê li Rojava tê ceribandin. Çendî hevdîtinên di vî warî de hevdîtinên zehmet bin jî, dîsa girîng in. Heger hevdîtinên di navbera PYNK û ENKS'ê de baş çêbibin, dê zemîna yekîtiya gelê kurd xurt bibe." 
 
GAVÊN BERBIÇAV
 
Çîftyurek, anî ziman ku niha li tu perçeyî yekîtiya neteweyî çênebûye û niha bi taybetî divê li Tirkiyeyê (Bakur) ji bo tifaqa neteweyî gavên berbiçav bên avêtin. 
 
BANGAWAZÎ
 
Çîftyurek di berdewama axaftina xwe de bang li partiyên siyasî kir: "Partiyên siyasî divê bên cem hev du û xebatine berbiçav bikin û li ser bernameyeke berbiçav bixebitin. Pêdivî bi bernameyeke berfireh û tuzikeke berfireh tune ye. Pêşî em kirasekî ji bo rewşa xwe ya heyî biefsilînin. Her ku em bimeşin, em mezin bibin û tifaqa neteweyî bi keys bibe û bi gel re bibe yekpare, em ê kirasê xwe yê derbarê tifaqa neteweyî de jî mezin bikin. Ewilî ne hewce ye meriv kirasekî pir mezin bidirû. Niha rastiya me çi be, em ê çarçoveyekê li gor wê çêbikin. Ji ber ku kurd ne yek bûn, li Lozanê winda kirin. Ev tespît divê tevahiya siyaseta kurd bi rê ve bibe. Em bang li Rojavayê jî dikin. Divê em statuya li Başûrê Kurdistanê û Rojavayê, bikin statuyeke mayinde. Wisa xuya dike dê di nêz de li Sûriyeyê hevdîtin dest pê bikin." 
 
Çîftyurek, bal kişand ser rageşiya li Herêma Kurdistana Federe jî û destnîşan kir ku ev pêvajo dibe ku bibe sedema bûyerên pir talûke. Çîftyurek, destnîşan kir ku şerekî birakujiyê yê muhtemel dê bi kêrî kesî neyê û got: "Di vî şerî de kes bi ser nakeve. Me gelek caran anî zimên. Em careke din jî tînin zimên, divê pêşî li ber vê rageşiyê bê girtin." 
 
MA / Engîn Çaglar - Mehmet Erol
 

Sernavên din

10/08/2021
13:40 Cendirmeyan bi gazê mudaxaleyî şermezarkirina cotgkaran a DEDAŞ'ê kirin
13:37 Kemal Nebîoglû li ser gora xwe hat bibîranîn
13:14 Di keştiya bar de agir derket
12:57 Rapora ÎSÎG’ê ya meha tîrmehê: 146 karkeran jiyana xwe ji dest da
12:49 Malbat Şenyaşar ji dizîna dovîzên xwe polisan berpirsyar girt
11:17 Tatli ya birîndar şûna nexweşxaneyê li qereqolê tê girtin
10:46 Çîroka kesên di temenê biçûk de tên zewicandin: Gulîxanim
10:21 Li Qersê 7 kes hatin binçavkirin
09:53 Serokê Giştî yê KKP'ê Çîftyurek: Rojava ji bo yekîtiyê zemîn e
09:50 Li Ûşakê otobusê rêwiyan qelibî: 30 kes birîndar bûn
09:35 Ji ber agirê li Aksekî kesek hat girtin
09:03 Greva birçîbûnê di roja 257'emîn de dewam dike
09:03 Kesên dezavantaj li ser medyaya sanal tên 'îstismarkirin'
09:02 Welatiyên xaniyên wan hatin xerakirin di konan de dimînin
09:01 Turkdogan: Heya hûn Ocalan di şertên giran de bigirin, hûn ê nikaribin pirsgirêka kurdî çareser bikin
09:00 ROJEVA 10'Ê TEBAXA 2021'AN
09/08/2021
19:26 Rojnamevan Huseyîn Denîz li ser gora xwe hat bibîranîn
17:07 Mezlûm Ebdî sersaxî ji malbata Kinyazê Îbrahîm re xwest
16:54 Li dijî komkujiyên jinan derketin kolanan: Em jiyanê ronî bikin
16:34 Weşanên Can ji ber sansûra “Kurdistanê” lêborîn xwest
16:17 Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyev hat veşartin
15:19 Hevdîtinên 'Dema Azadiyê': AKP-MHP neyarê kurdan e
15:18 Li Nisêbînê mirina biguman a Gevriye Sari yê suryanî
14:30 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
14:21 Ev 14 roj in agahî ji koma di dorpêça PDK’ê de ye nayê girtin
14:10 Li Nisêbînê kesek hat kuştin
14:09 ÇEVDER: Beriya ku felaketên mezintir pêk bên divê bergirî bên girtin
13:57 Li Stenbolê agahî ji 3 zarokên nayê girtin
13:33 Li Antalyayê 2 jin hatin qetilkirin
13:33 Li Milasê şewat hat vemirandin
12:44 Li Iraqê ber bi hilbijartinê ve: Hesabê herkesî li ser kurdan heye
11:46 Malbata Şenyaşar: Ma hemwelatîbûna wekhev ev e?
11:35 Li Amedê şerê biçek: Kesek mir kesek jî birîndar bû
09:05 Greva birçîbûnê di roja 256'emîn de dewam dike
09:04 ‘Şewatên daristanan encama kapîtalîzmî ye'
09:03 'Nîjadperestiya li dijî kurdan û penaberan ji heman çavkaniyê xwedî dibe'
09:00 Hiqûqnas Kanar: Divê pergala muebbeta giran bi dawî bibe
09:00 ROJEVA 9'Ê TABEXA 2021'AN
08/08/2021
20:35 Kinyazê Îbrahîm jiyana xwe ji dest da
20:02 108 kesên din ji ber koronayê jiyana xwe ji dest dan
19:23 Li Şirnexê 3 kesên brûskê li wan da birîndar bûn
19:14 Gergerlîgolû serdana malbata Dedeogûllari kir
17:42 Li gundan hevdîtinên 'Dema Azadiyê': Bi Ocalan re wê her tişt biguhere
16:44 Li ser sînorê Nisêbînê îşkenceya eskeran
16:21 Li Elkê mirina biguman a zarokekê
16:15 Malbata Dedeogûllari berî komkujiyê peyam ji Soylu re şand
15:21 Jinên HDP'î bi xebatkarên çandiniyê re tevrik kirin, giya kom kirin
15:01 Kaplan a hatibû tecawîzkirin, întîhar kir
14:02 Rojnameger Denîz Firat li ser gora xwe hat bibîranîn
13:40 Li Kadikoyê jinek bi awayekê bi şik birîndar bû
11:56 Talîbanê bajarê Kûndûzê girt
11:48 Berdevka RJAK’ê: Binçavkirina endamên me êrişa li dijî têkoşîna jinan e
11:25 Li Amedê zarokek bi çekê ji serê xwe birîndarkirî hat dîtin
10:55 Malbata Şenyaşar 'Doza Treblinka' li bîra dozgeran xist
10:04 Bavê Sara Kaya hat definkirin
09:53 Di qezaya li Balikesîrê rû da de 15 kes mirin, 17 kes birîndar bûn
09:52 Şaredariya AKP'î cihêkariyê dike
09:51 Hûnermendên Kurd civiyan: Yekitî dide qezenc kirin
09:24 Di dema derbasbûna wesayîta leşkerî de teqîn pêk hat
09:06 Greva birçîbûnê di roja 255'emîn de dewam dike
09:05 Li Çewligê varyanta Deltayê belav dibe
09:04 Mînakeke berxwedanê: Aram Tîgran
09:04 Neçareserkirina pirsgirêka kurd îşkenceyê zêde dike
09:02 TOHAV: Dibe ku dosyeya Ocalan cardin biçe DMME'yê
09:01 ROJEVA 8'Ê TEBAXA 2021'AN
07/08/2021
18:38 Cenazeyê Çelîkê hat definkirin
16:23 ÎHD: Girtiyê nexweşê giran Polat bila bê berdan
16:16 Bavê Kişanakê hat veşartin
16:03 ÎHD: Girtiyê nexweş Çakal berdin
15:46 Hevdîtinên ‘Dema azadiyê’ didomin: Mûxatap tenê Ocalan e
15:36 Ji bo girtiyê nexweş ê ji sedî 76 astengdar Ayik banga berdanê hat kirin
15:36 ‘Ocalan azad bibe, dê civak nefesê bigire’
14:32 Faîlê ku sûcê xwe îtîraf kir jina Êzidî ya qetil kir sûcdar nîşan da
14:10 Pirsa aqûbeta Haci Ahmet Er kirin
13:46 Zubeyde Tepe ya pirsa faîlên kurê xwe kir: Ne faîl dayik tên darizandin
13:25 Sancar: Armanca guhertina desthilatdariyê ye
12:00 Xizmên Windayan: Bûlûttekîn ê hat binçavkirin li ku ye ?
11:29 Li Wanê birûskê dîsa mirovek kuşt
11:26 HDK’ê li dijî nijadperestiyê banga yek dengiyê kir
11:25 DAIŞ'ê êrişî Mexmûrê kir: 2 kes revandin
11:25 Têkildarîdarî şermezarkirina komkujiyê dest bi lêpirsînê kirin
11:24 Ji bo Wan û Colemêrgê hişyariya lehiyê
10:50 Tarik Bîrleşîk ê polîsan wesayîta wî gule baran kirin ew kêlî vegotin
10:41 Malbata Şenyaşar: Em ê bi hev re mêzîna edaletê hevseng bikin
09:30 Ozturk ê li Omeriyan jiyana xwe ji dest da bû hat definkirin
09:14 Greva birçîbûnê di roja 254'emîn de dewam dike
09:14 Zarokê ku bi 'fîşekên ji aliyê din tên' birîndar bû, ji bo bijî li ber xwe dide
09:13 Bijîşk: Divê polîtîkaya aşiyê bê guherandin
09:13 Demîr: Tundî wê bi guherandina zimanê nêr kêm bibe
09:12 Dayikên girtiyan: Bila kes çav û guhên xwe negire
09:11 251 serlêdanên bêbersiv: Dê xeta Ocalan Tirkiyeyê xelas bike
09:10 Amed xwe ji Mîhrîcana Feqiyê Teyran re amade dike
09:00 ROJEVA 7'Ê TEBAXA 2021'AN
06/08/2021
19:54 Bi hezaran kes bi meşeke girseyî tecrîdê şermezar kir
17:01 Polîsan li Qoserê wesayîteke sivîl gulebaran kir
16:49 HDP'iyan li Xinûsê meşeke girseyî li dar xistin
16:41 Bavê Sara Kaya jiyana xwe ji dest da
16:41 Li Colemêrgê hevdîtina girseyî ya bi gel re: Bijî berxwedana zindanan
16:21 Kesên li Hezexê hatin binçavkirin hatin berdan
15:42 Kaplan: Kesê ku divê îstifa bike Erdogan e