Rojnamevan Huseyîn Denîz li ser gora xwe hat bibîranîn

img
RIHA - Rojnamevan Huseyîn Denîz, di 29'emîn salvegera mirina xwe de li ser gora xwe hat bibîranîn. Rojnamevan Zeynel Bûlût, diyar kir ku Denîz di salên 90'î de dengê gel bû. 
 
Nûçegihanê Rojnameya Ozgur Gundemê Huseyîn Denîz ku di 9'ê Tebaxa 1992'yan de li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê hat qetilkirin, di 29'emîn salvegera koça xwe de li ser gora xwe ya li Goristana Serêkaniyê hat bibîranîn. Xwişka Denîz Newroz Denîz, kurê wî Şervan, Komeleya Rojnamevanên Dîcle Firatê, Platforma Rojnamevanên Jin ên Mezopotamyayê, Rojnamevan Hakki Boltan, Komeleya Nivîskarên Mezopotamyayê, rêxistinên HDP'ê yên Riha û Serêkaniyê û gelek eks tevli bîranînê bûn. Bîranîn bi rêzgirtinê dest pê kir û kesên tevli bîranînê bûn qurnefîl danîn ser gora Denîz. 
 
Hevserokê HDP'a Rihayê Ziya Çalişkan, diyar kir ku di ser qetilkirina Denîz re 29 sal derbas bûne û got: "29 sal berê em bi nûçeyekê hesiyan. Hevalê Huseyîn hat qetilkirin. Hevalê Huseyîn nehat jibîrkirin, lê yên wî kuştin hatin jibîrkirin. Ji bo siberoj xweştir bibin nivîs nivîsîn. Nazim Babaoglû, Denîz Firat û gelekên din jî bi heman awayî têkoşiyan. Kesên Huseyînekî kuştin, bîr nebirin dê bi hezaran Huseyîn û rojnamevan bên. Ên wî kuştin, dê winda bikin. Em li cem kesên dê tu carî neyên jibîrkirin in. Em ê keda wan ji bîr nekin." 
 
‘DÊ BI TÊKOŞÎNA XWE AZADIYÊ BILIND BIKIN'
 
Paşê li ser navê Komeleya Rojnamevan a Dîcle Firatê Zeynel Bûlût axivî û got: "Em di rojeke girîng de nivîskarê xwe bibîr tînin û em xwe li ber têkoşîna wî ditewînin. Li hemberî hemû zor û zehmetiyan bi pênûsa xwe li ber xwe da û bû hedefa dewletê. Hat qetilkirin. Rojnamevan, nivîskar, rojnamevan bû û di heman demê de şagirt û xwarziyê çinarê çapemeniya azad Mûsa Anter bû. Di salên 1990'î de bû dengê vî gelî û li ber zext û zoriyan guhên xwe negirt. Îro bi hezaran peyrewên wî vê rêçê dişopînin. Ev, ji bo em cihê kêfxweşiyê e. Peyrewên wan tu carî dev ji têkoşîna wan bernedan û mezintir kirin. Heya em hebin, dê têkoşîna wan jî bidome. Dê têkoşîna wan bi azadiyyê bilind bibe." 
 
‘EM DIZANIN KUJER KÎ NE' 
 
Parlementera HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu jî di şexsê Huseyîn Denîz de hemû xebatkarên çapemeniyê yên hatine qetilkirin bibîr anîn. Surucu, diyar kir ku 29 sal di ser qetilkirina Denîz re derbas bûne û got: "Hêzên tarî nedixwestin rastî aşkere bibe û çapemeniya azad hedef girtin. Yek ji wan jî Huseyîn Denîz bû. Girêdayî pêşeroja xwe bû û heta dawiyê ji bo vê têkoşiya. Beriya wî rojnamevanên hatibûn qetilkirin hebûn û piştî wî jî. Rojnamevanekî wekî APê Mûsa hat qetilkirin. Dê li şûna wî jî binivîsanda, lê hêzên tarî ew ji nav me birin. Em dizanin kujer kî ne. Çi dikin bila bikin dê rastî derkeve holê." 
 
Surucu, bibîr xist ku duh jî salvegera mirina Rojnamevan Denîz Firat bû ku li Mexmûrê ji aliyê DAIŞ'ê ve hatibû qetilkirin û got: "Îro bi dehan rojnamevan girtî ne. Feraseta ku Huseyîn Denîz û Denîz Firatê qetilkirin û rojnamevan digire, heman feraset e. Lê çi dikin bila bikin dê nikaribin dengê çapemeniya azad bitepisînin. Îro bi hezaran xebatkarên çapemeniya azad ji bo rastiyan têdikoşin. Em ê alaya wan a têkoşînê bilindtir bikin." 
 
Li ser navê malbata Denîz jî xwişk Newroz Denîz axivî û got: "Ji ber ku we em tenê nehiştin, mala we ava." 
 
‘RIHA HEMÛ LI WIR BÛ' 
 
Yûsûf Serhat Bûcak ku gava Denîz hat qetilkirin rêvebirê Rojnameya Ozgur Gundemê bû, ji Ewropayê bi rêbaza vîdeo konferansê tevli bîranînê bû. Bûcak got: "Ji bo biçe Amedê bi rê ket, wê kêliyê hat kuştin. Xebera şehadeta wî gihaşt me û em çûn Rihayê. Riha hemû li wir bû." 
 
Bîranîn piştî axaftinan bi dawî bû. 

Sernavên din

10/08/2021
13:40 Cendirmeyan bi gazê mudaxaleyî şermezarkirina cotgkaran a DEDAŞ'ê kirin
13:37 Kemal Nebîoglû li ser gora xwe hat bibîranîn
13:14 Di keştiya bar de agir derket
12:57 Rapora ÎSÎG’ê ya meha tîrmehê: 146 karkeran jiyana xwe ji dest da
12:49 Malbat Şenyaşar ji dizîna dovîzên xwe polisan berpirsyar girt
11:17 Tatli ya birîndar şûna nexweşxaneyê li qereqolê tê girtin
10:46 Çîroka kesên di temenê biçûk de tên zewicandin: Gulîxanim
10:21 Li Qersê 7 kes hatin binçavkirin
09:53 Serokê Giştî yê KKP'ê Çîftyurek: Rojava ji bo yekîtiyê zemîn e
09:50 Li Ûşakê otobusê rêwiyan qelibî: 30 kes birîndar bûn
09:35 Ji ber agirê li Aksekî kesek hat girtin
09:03 Greva birçîbûnê di roja 257'emîn de dewam dike
09:03 Kesên dezavantaj li ser medyaya sanal tên 'îstismarkirin'
09:02 Welatiyên xaniyên wan hatin xerakirin di konan de dimînin
09:01 Turkdogan: Heya hûn Ocalan di şertên giran de bigirin, hûn ê nikaribin pirsgirêka kurdî çareser bikin
09:00 ROJEVA 10'Ê TEBAXA 2021'AN
09/08/2021
19:26 Rojnamevan Huseyîn Denîz li ser gora xwe hat bibîranîn
17:07 Mezlûm Ebdî sersaxî ji malbata Kinyazê Îbrahîm re xwest
16:54 Li dijî komkujiyên jinan derketin kolanan: Em jiyanê ronî bikin
16:34 Weşanên Can ji ber sansûra “Kurdistanê” lêborîn xwest
16:17 Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyev hat veşartin
15:19 Hevdîtinên 'Dema Azadiyê': AKP-MHP neyarê kurdan e
15:18 Li Nisêbînê mirina biguman a Gevriye Sari yê suryanî
14:30 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
14:21 Ev 14 roj in agahî ji koma di dorpêça PDK’ê de ye nayê girtin
14:10 Li Nisêbînê kesek hat kuştin
14:09 ÇEVDER: Beriya ku felaketên mezintir pêk bên divê bergirî bên girtin
13:57 Li Stenbolê agahî ji 3 zarokên nayê girtin
13:33 Li Antalyayê 2 jin hatin qetilkirin
13:33 Li Milasê şewat hat vemirandin
12:44 Li Iraqê ber bi hilbijartinê ve: Hesabê herkesî li ser kurdan heye
11:46 Malbata Şenyaşar: Ma hemwelatîbûna wekhev ev e?
11:35 Li Amedê şerê biçek: Kesek mir kesek jî birîndar bû
09:05 Greva birçîbûnê di roja 256'emîn de dewam dike
09:04 ‘Şewatên daristanan encama kapîtalîzmî ye'
09:03 'Nîjadperestiya li dijî kurdan û penaberan ji heman çavkaniyê xwedî dibe'
09:00 Hiqûqnas Kanar: Divê pergala muebbeta giran bi dawî bibe
09:00 ROJEVA 9'Ê TABEXA 2021'AN
08/08/2021
20:35 Kinyazê Îbrahîm jiyana xwe ji dest da
20:02 108 kesên din ji ber koronayê jiyana xwe ji dest dan
19:23 Li Şirnexê 3 kesên brûskê li wan da birîndar bûn
19:14 Gergerlîgolû serdana malbata Dedeogûllari kir
17:42 Li gundan hevdîtinên 'Dema Azadiyê': Bi Ocalan re wê her tişt biguhere
16:44 Li ser sînorê Nisêbînê îşkenceya eskeran
16:21 Li Elkê mirina biguman a zarokekê
16:15 Malbata Dedeogûllari berî komkujiyê peyam ji Soylu re şand
15:21 Jinên HDP'î bi xebatkarên çandiniyê re tevrik kirin, giya kom kirin
15:01 Kaplan a hatibû tecawîzkirin, întîhar kir
14:02 Rojnameger Denîz Firat li ser gora xwe hat bibîranîn
13:40 Li Kadikoyê jinek bi awayekê bi şik birîndar bû
11:56 Talîbanê bajarê Kûndûzê girt
11:48 Berdevka RJAK’ê: Binçavkirina endamên me êrişa li dijî têkoşîna jinan e
11:25 Li Amedê zarokek bi çekê ji serê xwe birîndarkirî hat dîtin
10:55 Malbata Şenyaşar 'Doza Treblinka' li bîra dozgeran xist
10:04 Bavê Sara Kaya hat definkirin
09:53 Di qezaya li Balikesîrê rû da de 15 kes mirin, 17 kes birîndar bûn
09:52 Şaredariya AKP'î cihêkariyê dike
09:51 Hûnermendên Kurd civiyan: Yekitî dide qezenc kirin
09:24 Di dema derbasbûna wesayîta leşkerî de teqîn pêk hat
09:06 Greva birçîbûnê di roja 255'emîn de dewam dike
09:05 Li Çewligê varyanta Deltayê belav dibe
09:04 Mînakeke berxwedanê: Aram Tîgran
09:04 Neçareserkirina pirsgirêka kurd îşkenceyê zêde dike
09:02 TOHAV: Dibe ku dosyeya Ocalan cardin biçe DMME'yê
09:01 ROJEVA 8'Ê TEBAXA 2021'AN
07/08/2021
18:38 Cenazeyê Çelîkê hat definkirin
16:23 ÎHD: Girtiyê nexweşê giran Polat bila bê berdan
16:16 Bavê Kişanakê hat veşartin
16:03 ÎHD: Girtiyê nexweş Çakal berdin
15:46 Hevdîtinên ‘Dema azadiyê’ didomin: Mûxatap tenê Ocalan e
15:36 Ji bo girtiyê nexweş ê ji sedî 76 astengdar Ayik banga berdanê hat kirin
15:36 ‘Ocalan azad bibe, dê civak nefesê bigire’
14:32 Faîlê ku sûcê xwe îtîraf kir jina Êzidî ya qetil kir sûcdar nîşan da
14:10 Pirsa aqûbeta Haci Ahmet Er kirin
13:46 Zubeyde Tepe ya pirsa faîlên kurê xwe kir: Ne faîl dayik tên darizandin
13:25 Sancar: Armanca guhertina desthilatdariyê ye
12:00 Xizmên Windayan: Bûlûttekîn ê hat binçavkirin li ku ye ?
11:29 Li Wanê birûskê dîsa mirovek kuşt
11:26 HDK’ê li dijî nijadperestiyê banga yek dengiyê kir
11:25 DAIŞ'ê êrişî Mexmûrê kir: 2 kes revandin
11:25 Têkildarîdarî şermezarkirina komkujiyê dest bi lêpirsînê kirin
11:24 Ji bo Wan û Colemêrgê hişyariya lehiyê
10:50 Tarik Bîrleşîk ê polîsan wesayîta wî gule baran kirin ew kêlî vegotin
10:41 Malbata Şenyaşar: Em ê bi hev re mêzîna edaletê hevseng bikin
09:30 Ozturk ê li Omeriyan jiyana xwe ji dest da bû hat definkirin
09:14 Greva birçîbûnê di roja 254'emîn de dewam dike
09:14 Zarokê ku bi 'fîşekên ji aliyê din tên' birîndar bû, ji bo bijî li ber xwe dide
09:13 Bijîşk: Divê polîtîkaya aşiyê bê guherandin
09:13 Demîr: Tundî wê bi guherandina zimanê nêr kêm bibe
09:12 Dayikên girtiyan: Bila kes çav û guhên xwe negire
09:11 251 serlêdanên bêbersiv: Dê xeta Ocalan Tirkiyeyê xelas bike
09:10 Amed xwe ji Mîhrîcana Feqiyê Teyran re amade dike
09:00 ROJEVA 7'Ê TEBAXA 2021'AN
06/08/2021
19:54 Bi hezaran kes bi meşeke girseyî tecrîdê şermezar kir
17:01 Polîsan li Qoserê wesayîteke sivîl gulebaran kir
16:49 HDP'iyan li Xinûsê meşeke girseyî li dar xistin
16:41 Bavê Sara Kaya jiyana xwe ji dest da
16:41 Li Colemêrgê hevdîtina girseyî ya bi gel re: Bijî berxwedana zindanan
16:21 Kesên li Hezexê hatin binçavkirin hatin berdan
15:42 Kaplan: Kesê ku divê îstifa bike Erdogan e