AMED - Suheyla Çelîk ku li Çardêranê jiyana xwe ji dest dabû, li Bismilê hat definkirin.
Suheyla Çelîk (Nûda Sason) ku di 5'ê Tebaxê de li navçeya Çardêran a Wanê di şer de jiyana xwe ji dest dabû, li navçeya Bismilê ya Amedê hat veşartin. Malbat çû Wanê, li Nexweşxaneya Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê cenazeyê Çelîkê teşxîs kir.
Malbatê îro cenae anî Taxa Seyrantepe ya Bismilê. Cenaze, piştî wecîbeyên olî hat definkirin.