COLEMÊRG - Colemêrgiyên ku bi awayekî girseyî heyeta KCD, DBP Û HDP'ê pêşwazî kirin, bi dûrişmeyan piştgirî dan girtiyên li dijî tecrîdê di grevê de ne.
Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevseroka Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz û Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan, li navenda Colemêrgê serdana esnafan kirin. Colemêrgiyan heyeta her sê hevserokan li Balefirgaha Geverê bi dovîzên "Ji bo azadiyê" , "Ji bo çareseriyê" , "Em piştevaniyê mezin dikin" û "Em HDP ne li her derê ne" pêşwazî kirin.
Li têketina bajar gelek kesan heyetê pêşwazî kir. Piştî pêşwazîkirinê heyetê li navenda bajar serdana esnafan kir û pirsgirêkên wan guhdar kir. Dema serdanê girseyê timik bi dûrişmeya "Bijî berxwedana zindanan" piştgirî dan girtiyên ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne. Dema ku polisan xwest mudaxaleyî girseyê bike Bûldan bertek nîşanî wan da û ev tişt got: "Ez ê li vir rûn im û ranabim. Em dûrişme jî berz bikin. Çi mafê we yê astengkirinê heye." Girseyê li ser vê careke din dûrişme berz kir.
Piştî serdana esnafan heyet derbasî Geverê bû.