ŞIRNEX - Li Cizîrê di encama xebatên DEDAŞ'ê de gelek malên welatiyan zirar dîtin.
Li taxa Dagkapi ya girêdayî navçeya Cizîrê ya Şirnexê, xebatên Şirketa Belavkirina Ceyranê ya Dîcleyê (DEDAŞ) ku bi Şaredariya Cizîrê re protokol îmze kir, li taxa Dagkapi kolana çîçekê de, zirar da xaniyên welatiyan. Diwarên xaniyên welatiyan ji ber kolandinan şikestin û xetereya hilweşînê rû bi rû ne.
Şeniyên taxê ji vê xebatê DEDAŞ'ê bi bertekin. Ligel vê jî xebata DEDAŞ'ê ya di kolanên taxê de, bênavber berdewam dike.