EDENE - Girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2 a Bandirmayê dimînin, li dijî ferzkirina lêgerîna nava dev çalakî dan destpêkirin.
Mehmet Bagriyanik ê li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2 a Bandirmayê dimîne, bi telefonê ligel malbata xwe axivî û binpêkirinên mafan ên li girtîgehê pêk tên vegotin. Bagriyanik, diyar kir ku ligel destpêkirina şewba vîrûsa koronayê mafê tedawiya girtiyên nexweş hatiye astengkirin û bi lêv kir ku legerîna tazî û lêgerîna nava dev li wan tê ferzkirin.
GIRTÎ DERNAKEVIN TELEFONÊ Û HEVDÎTINÊ
Bagriyanik, da zanîn ku dema sewqî nexweşxaneyê an jî revîrê tên kirin girtiyên lêgerîna nava dev qebûl nekin tedawiya wan tê astengkirin û wiha got: “Em van ferzkirinan qebûl nakin. Ji ber vê em ê ne derkevin telefonê û ne jî hevdîtinê.”