NAVENDA NÛÇEYAN - Balefirên Artêşa Tirk, herêma Behdînan û Şeladizê bombebaran kirin û agir bi daristanên li herêmê xistin.
Êrişên hewayî yên Artêşa Tirk ên li dijî Herêma Kurdistanê didomin. Balefirên Artêşa Tirk, bejahiya Herêma Behdînan û navçeya Şeladizê bombebaran kirin. Li gorî nûçeya ku Rojnnewsê derbas kiriye, bombebaran li gundê Hirûrê yê Behdînan û Çiyayê Kurêjahro yê l navçeya Şeladizê pêk hatine û bûn sedema şewata daristanan. Hat diyarkirin ku agir li qadeke berfireh a bidaristan berbelav bûye.