AYDIN - Li navçeya Efeler a Aydinê, komeke nîjadperest a ji 100 kesî pêk dihat, 3 kesên di wesayîteke ku dan sekinandin de lînç kirin.
Li gundê Emîrdogan ê navçeya Efeler a Aydinê, komeke nîjadperest a ji 100 kesî pêk dihat, bi angaşta ku hatine şewitandina daristanan wesayîteke bipîlaqeya Balikesîrê da sekinandin û 3 kesên di wesayîtê de lînç kirin. Li ser agahdarkirinê cendirme hatin gund û 3 kesên ku hatin lînçkirin binçav kirin û birin Qereqola Cendirmeyan a Efelerê.
Di dîmenên ku çavkaniyên herêmî gihandin ajansa me de koma ku ji nêzî 100 kesî pêk tê dûrişmeya "bila geber bibin" berz dikin û hewş didin pêşiya wesayîta cendirmeyan a 3 kesên ku lînç kirine têde ne bigirin.
Çavkaniyên herêmî, gotin ku koma nîjadperest ji ber ku di wesayîtê de tup û bîdoneke mazot hebûye her sê kesan lînç kirine.