AMED - Şaxa SES’ê ya Amedê, daxuyand ku duh ji ber Kovîd-19’ê li bajêr 14 kesan jiyana xwe ji dest daye û 2 hezar kes jî bi nexweşiyê ketine.
Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Civakî û Tenduristiyê (SES) ya Amedê, daneyên duh ên şewba vîrûsa koronayê (Kovîd-19) yên Amedê parve kirin. SES’ê diyar kir ku di rojekê de 2 hezar kes bi nexweşiyê ketine û 14 kesan jî jiyana xwe ji dest daye. SES’ê da zanîn ku 80 kes li beşa lênêrîna awarte tên razandin û ev bang kir: “Em maske bidin ber devê xwe, derzî bibin û bi hev re ji şewbê xelas bin.”