* Pisporê Rojhilata Navîn Mûsa Ozûgûrlû anî ziman ku navnîşan nû ya DYA ku biryara derketina ji welatên Rojhilata Navîn girtiye, herêma Asya Pasifîkê ye û li Pasifîkê di navbera Çîn û DYA'yê de reqabeteke mezin heye.
* Endamê Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê Vahap Işikli, anî ziman ku şewata daristanan ji ber pirsgirêka pergalî rû didin û got: "Daristan li rojavayê ji bo rantê, li herêmê jî ji bo ewlehiyê dişewitin. Li rojavayê otêl bilind dibin, li herêmê qereqol bilind dibin."
* Hevserokê Şaxa SES'ê ya Rihayê Salîh Karataş, diyar kir ku ji bo aşîkirinê baweriya gelê herêmê bi dewletê tune ye û banga aşîkirinê li gel kir.
* Li Geverê di dema derbasbûna wesayîta eskerî de teqînek çêbûbû û piştî teqînê 7 kes hatibûn girtin. Fûat Oyman ku li cem şivanan bû got: "Em çûn ku em eskeran xelas bikin, lê em gulebaran kirin."
* Wê nobeta "Edaletê" ya Malbata Şenyaşar di roja 149'emîn de bidome.
* Wê xizmên girtiyên ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdûllah Ocalan di greva birçîbûnê de ne li şaxa ÎHD'ê ya Amedê civîneke çapameniyê li dar bixin. (12.00)
* Şaxa OHD'ê ya Stenbolê, rapora 3 mehan a binpêkirinên mafan ên li girtîgehên herêma Marmarayê wê li avahiya xwe aşkera bike. (13.00)
* Wê rojnameger derbarê zextên li dijî xwe li Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê daxuyanî bidin. (13.00)
* Wê Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir, li navçeya Bazîdê ya Agiriyê bi gel re bê gelhev. (16.00-20.00)