AMED - Bernameya "Dem dema azadiyê ye" ya meha Tebaxê ya KCD û DBP'ê diyar bû.
Bernameya "Êdî Bes e! Dem Dema Azadiyê ye" ya meha Tebaxê ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) diyar bû. Dê bi beşdarbûyîna Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, Hevserokên Giştî yên DBP'ê Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir û Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldanê li gelek bajaran hevdîtin pêk bên.
Di hevdîtinan de dê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, yekîtiya neteweyî û êrîşên li ser HDP'ê bên destnîşankirin.
Buluşmalarda PKK Lideri Abdullah Öcalan üzerindeki tecrit, ulusal birlik ve HDP'ye yönelik baskılara dikkat çekilecek.
Bernameya meha Tebaxê wiha ye:
* 4'ê Tebaxê: Bi beşdarbûyîna Keskîn Bayindir dê li navçeya Bazîd a Agiriyê hevdîtin bi gel re bê kirin.
* 5'ê Tebaxê: Heyeta KCD û DBP'ê dê tevî parlementerên herêmê li navçeya Elbak a Wanê serdana mexdûrên lehiyê bikin.
* 6 'ê Tebaxê: Berdan Ozturk, Salîha Aydenîz û Pervîn Bûldan, dê li navenda Colemêrg û Geverê esnafan ziyaret bikin.
* 7'ê Tebaxê: Keskîn Bayindir, dê li Enqereyê tevli Kongreya Asayî ya 4'an a SYKP'ê bibe.
* 7-14'ê Tebaxê: Heyeta KCD û DBP'ê û parlementerên herêmê, dê li navenda Colemêrg, navçe û gundên wê hevdîtinê bi gel û rûsipiyên herêmê re bikin û serdana malbatan bikin.
* 13'ê Tebaxê: Keskîn Bayindir û Pervîn Bûldan dê li Êlihê hevdîtinê bi gel re bikin.
* 14'ê Tebaxê: Keskîn Bayindir û Pervîn Bûldan, dê li Çewlikê hevdîtinê bi gel re bikin.