ANTALYA - Mûstafa Mûrat Ayhanê ku xwendekara beşa rojnamevaniyê Azra Gulendam Haytaoglûyê qetil kir, hat girtin.
Azra Gulendam Haytaoglû ku 5 rojan xeber jê nedihat girtin, cenazeyê wê hat dîtin. Hat hînbûn ku endezyarê înşeatê û emlakfiroş Mûstafa Mûrat Ayhan (48) tecawizî Haytaoglûyê kiriye û paşê wê kuştiye. Kiryar di dema lêpirsînê de li xwe mikur hat û hat girtin.