NAVENDA NÛÇEYAN - Li gelek bajaran komkujiya nîjadperest a li Konyayê ya li hemberî malbata Dedeogûllari bi daxunuyyan hatin şermezarkirin û hat destnîşankirin ku demildest divê kesên tiliya wan tê de heye bên darizandin.
Bertekên li hemberî komkujiya nîjadperest a li Konyayê ya li hemberî malbata Dedeogûllari didomin. Li gelek bajaran komkujî bi daxuyaniyan hatin şermezarkirin.
HATAY
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Îskenderûnê, li avahia komeleyê daxuyaniyek da û bang kir ku "Pêşî li ber êrîşên nefretî û tahdeyê bê girtin." Serokê ÎHD'a Îskenderûnê Coşkûn Selçûk got: "Îqtidara siyasî divê dev ji polîtîkaya bi zimanê cihêkarî û nefretê berde û hîn bêtir zirarê nede aştiya civakî."
Coşkûn, bang kir ku hemû kesên demokrasîxwaz û aştîxwaz li hemberî vê helwesteke hevpar nîşan bidin û pêşî li ber zimanê nefretê û tahdeyê bigirin.
DAD: DIVÊ BERPIRSIYAR BÊN DARIZANDIN
Navenda Giştî ya Komeleyên Elewiyan ên Demokratîk (DAD), komujiya nîjadperest a li Konyayê şermezar kir. Dad di daxuyaniya xwe de got: "Dest nedin jiyana hevpa a gelan. Dev ji sûcên xwe yên li hemberî gelan, xwezayê û civakê berdin. Hemû raedarên sûcê nefretê dikin demildest divê bên darizandin, divê li dadgehên serbixwe bên darizandin. Di serî de wezareta karên navxweyî û bi giştî hemû peywirdarên di wext d emudaxile nekirin divê îstifa bikin û li ber darazê hesab bidin."