WAN - 14'emîn Miduriyeta Herêmê ya Meteorolojiyê, ji bo Wan û Colemêrgê hişyariya barana zêde kir.
14'emîn Miduriyeta Herêmê ya Meteorolojiyê, ji bo herêmê ku pele ewre û hin cihan ewrê zêde lê hene hişyariya lehiyê kir. Meteorolojiyê, di daxuyaniya xwe de diyar kir ku tê payîn ku li derdorên Wan, Colemêrg û Bedlisê taviyên baranê bibarin û li bendê ye ku li aliyê rojhilatê Wan û Colemêrgê baraneke zêde bibare. Her wiha Meteorolojiyê, ji bo Wan û Colemêrgê hişyariya lehiyê û astengbûna trafîqê jî da û xwest ku welatî li dijî vê rewşa neyînî tevdîrên xwe bigirin.