QERS - Trên li Endamê Meclisa Şaredariya Bazarcixê yê HDP'î Nûrettîn Artûger qelibî û Artûger jiyana xwe ji dest da
Li navçeya Dîgor a Qersê, Endamê Meclisa Şaredariya Bajaroka Bazarcixê yê HDP'î Nûrettîn Artûger, dema ku hewl da derbasî hember bibe trên li qelibî û birîndar bû. Artûger, li nexweşxaneyê li gel hemû mudaxaleyan jî nehat rizarkirin û jiyana xwe ji dest da. Wê cenazeyê Artûger ku sal in dûr û dirêj bûn di siyaseta kurd de xebat dikir li Dîgorê bê veşartin.