WAN - Li Wanê, 9 kes ji ber ku tevlî çalakiya şermezarkirina komkujiya nijadperest bûn, di serdegirtinên malan de hatin binçavkirin.
Duh li Wanê, çalakiya şermezarkirina qetilkirina 7 kesên malbatên Dedeogullari hatibû lidarxistin. Polîsan di dema çalakiyê de êrişî girseyê kiribû û 3 kes binçav kirin. Polîsên ku duh êrişî gel kirin, îro serê sibê bi ser malan de girtin û 6 kesên din ên beşdarî çalakiyê bibûn binçav kirin.
Mesût Bor, Hazal Karabey, Ferat Azan, Arjîn Tuncer, Çetîn Temel, Rojhat Duman, Rojin Varhan, Nurullah Pekbay û Dilovan Duru yên hatin binçavkirin, li Miduriyeta Polîsan a Wanê tên girtin.
Hat îfadekirin ku Mesut Bor ê ku di dema mudaxeleya polÎsan de milê wî di encama lêdanê de ji cih derket, nayê derman kirin.