Koma Tifaqa Kurdistanî: Desthilatdarî berpirsê vê komkujiyê ye

img
AMED - Koma Tifaqa Kurdistanî, diyar kir ku desthilatdarî berpirsê komkujiya nijadperest a li Konyayê ye û got: "Em ê li dijî êrişên nîjadperest ên ji ber nasnameya kurdîtiyê ya gelê xwe bin."
 
Koma Tifaqa Kurdistanî, derbarê êrişa nijadperest a li navçeya Meram a Konyayê pek hat û qetilkirina 7 endamên malbatek Kurd de, li Cemiyeta Rojnamegerên Guneydogu ya li navçeya Yenîşehîr  a Amedê, civîna çapemeniyê  li dar xist. Nûnerên partiyên Kurdan ên di tifaqê de cih digirin beşdarî civînê bûn. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku ev êriş encama  polîtîkayên desthilatdariyê ne. Aydenîz, anî ziman ku di encama van polîtîkayan de, di demên dawî de, êrişên nijadperest pêk dihatin û komkujiya li Konyayê parçeyekê van êrişane. Aydenîz, di dewama axaftina xwe de wiha got: "Berpirsê vê komkujiyê desthilatdariye. Divê ev desthilatdar baş zanibe ku gelê Kurd ne bi tenê ye. Kurdan heya roja îro li dijî van êrişan tu carî paşve gav ne avêtine. Wê ji vir û şûnde jî paşve gavê ne avêjin. Emê bi rihê yekitiyê li dijî van êrişan derkevin."
 
Dûre Berdevkê Komeleya Kurd a Demokrastîk Şoreşger (DDKD) Abdulhey Okûmûş daxuyaniya hevpar a Koma Tifaqa Kurdistanî ya bi Kurdî xwendin. 
 
Daxuyaniya bi ser navê "Em vê êrîşa birêkûpêk û nîjadperest bitundî şermezar dikin!" wiha ye: 
 
"Li bajarên rojavayê Tirkiyeyê li dijî Kurdan êrîşên nîjadperest ên birêxistinkirî û di encamên peyanên lincê de kuştin û bi darê zorê ji cihê ku jiyan dikin dûrxistin her ku diçe zêdetir dibin. 
 
Vê carê jî li Konya'yê dîsa bi êrîşeke nîjadperest malbatek e Kurd hate qetilkirin...
 
Çar kes jê jin bi tevahî heft kes bi awayekî hovane hatin kuştin! 
 
Bes bi vê jî neman, xanî dane ber agir!
 
Ev qirkirin, ne wek ku rayedarên hikûmetê îddia kirin di nav du malbatan de "şerê neyartî" an jî nelihevkirina li ser erd û axê bû... Ma ev bi çi awayî "neyartiya navbera du malbatane" ku 12 Gulanê 2021 an, malbatek bi tevî 60 kesan êrîşî malbateke din (malbata Dedeoğlu) dike? Ji malbata Dedeoğlu 6 kes birîndar dibin û tên derb kirin. Li ser vê êrîşê malbata Kurd ji rayedarên dewletê ên li wî bajarî ji bo ewlehiya xwe daxwaziya parastinê dikin. Tevî vê biryara parastinê ji heman malbatê 7 kes tên qetilkirin.
 
Bi mehan e birêkûpêkî li Konya Meramê û li navçeyên din malbatên Kurdan ji xwe re kirin armanc! 
 
Ev qetlîam bi mehan e li ber çav bû, lê mixabin hikûmet ji bo parastinê tu tişt nekir. 
 
Li Konya û berî wê li Afyonê, li Enqere û hwd. li bajarên din tişta ku hate jiyankirin ne "bihevketina Kurd û Tirkan" e!
 
Bûyera qetilkirina malbata Dedeoğulları li Konya Meramê, di 12 ê Gulanê de piştî êrîşa nîjadperest, ji ber polîtîkayên bêcezayiyê gihîşte asta herî bilind û mafê jiyana malbatekê ji dest hate girtin. Ji ber ku êrîşên heta niha hatin kirin wek sûcên nefretê nehatin dîtin. Bûyer ji aliyê meqamên lêpirsînê  wek çalakiyeke êrîşê ya ji rêzê hate nîrxandin. 
 
Bi van êrîşan, ji Kurdan re bi awayekî eşkere wiha tê gotin; " Ger hun bixwazin li Konya-Afyon-Enqere-Manîsa-Stenbol... bijîn; divê hun wek Kurd neyên xûyakirin! Bi Kurdî neaxive û kesî aciz neke! Nasnameya xwe ya Kurdîtiyê jibîr bike! An na çi bê serê te tu yê bibînî! Li van bajaran li dijî gelê Kurd ku bi milyonan in, polîtîkayên çewsandinê tên ferzkirin. 
 
Zimanê tund yê desthilatdariya siyasî, kiryarên ku cihêkarî û bihevketinê zêdetir dike, hedef nîşandayîna çapemeniya alîgir, bingeha êrîşên nîjadperest amade dike. Polîtîkayên bêcezayiyê yên li dijî êrîşên nîjadperest, xemsariya hêzên ewlekariyê, dema em van hemûyan bidin ber çav diyar e ku êrîşkar vê hêzê ji ku digirin. 
 
Desthilatdariya siyasî ji van bûyeran berpirsiyar e. Piştî êrîşên nîjadperest ên li hember Kurdan em li gor pendên Komîteya Cihêkariya Nijadan a Neteweyên Yekbûyî (BM) dixwazin ku li ser nîjadperestiyê lêpirsîneke bi bandor bê kirin û tedbîrên ku bê ceza nemîne bên girtin. Berpirs û berpirsiyarên vê qetlîamê divê yekser bên dîtin û derbikevin dadgehê. 
 
Em bang li hemû hêzên demokrasiyê yê Tirkiyeyê, partiyên muxalif, saziyên sivîl yên civakî dikin ku li hemberî van êrîşên nîjadperest bi awayekî çalak û eşkere bisekinin. 
 
Em li hember êrîşên nîjadperest ên ji ber nasnameya Kurdîtî ya gelê me ne û li hember van êrîşan em didin xûyan ku gelê me tu caran ne bi tenê ye."
 

Sernavên din

03/08/2021
23:43 Li Yewnanîstanê bi meşekê komkujiyên nîjadperest şermezar kirin
20:42 Ji bo kesên li Şengalê hatin qetilkirin bîranîn û meş
18:54 Bernameya meha Tebaxê ya KCD û DBP'ê diyar bû
18:37 Ferdê malbata Dedeogûllari yê sax ma: Bûyer piştî heqaret li kurdan hat kirin dest pê kir
16:30 Ferît Şenyaşar: Wê yan mirin an edalet me ji vir veqetîne
16:24 ‘Em jinên ku destên xwe dirêjî rojê kirin silav dikin’
16:20 Bang kirin ku 3'yê Tebaxê bibe Roja Tekoşîna Dijî Qirkirina Jinê
16:00 Li Cizirê mirina zarokekî ya bi guman
15:06 Li Egeyê şewatên daristanan belav dibin: Hejmara miriyan derket 9’an
15:05 Platforma Elewiyan a Edenê bertek nîşanî êrişên nîjadperest da
14:48 Rêxistinên Hiqûqê: Li dijî êrîşên nijadperest em li cem kurdan in
14:46 Îşkenceya li Iraq û Herêma Kurdistanê ket raporên NY'yê
14:15 Komîsyona Ekolojiyê ya HDP’ê banga îstîfayê li desthilatê kir
13:54 Li Erdîşê hevdîtina gel: Rêya çareseriyê Îmralî ye
13:09 Walîtiya Dersimê ku nikare agir vemirîne daristanan qedexe kir
12:59 Endamê Meclîsa HDP’ê Dûrdû giliyê Yenî Şafakê kir
12:55 Çetîn Dedeogûllari ku ji komkujiyê sax filitî wê îfade bide
12:33 Ji bo Şengalê 5 deqe jiyan rawestiya
12:22 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:22 Fîlmê ku berxwedana jinên êzidî vedibêje sûc hat hesibandin
12:21 TJA: Bila 3'ê Tebaxê weke "Roja Çalakiya Dijî Qirkirinê" bê îlankirin
11:56 HDP: Divê Qirkirina Êzidiyan bê naskirin
11:48 Hevserokê HDP'a Konyayê: Zimanê siyasetê êrişên nîjadperest pêk tîne
11:34 Li Geverê berîvanan bi zorê canê xwe ji lehiyê xelas kirin
11:13 Malbata Şenyaşar: Li çar aliyên welat qêrînên edaletê bilind dibe
10:56 Nûçeya ‘Li Buyukadayê binçavkirina sabotajê’ derew derket
10:55 Di meha tîrmehê de 20 jin hatine qetilkirin
10:38 Li Dersimê leşker zarokekê tacîz kir
10:36 Parlamenterê AKP'ê yê çû herêma lehiyê: Çima HDP alîkarî nake?
09:44 Akdenîz: Nîjadperestiya ku bi ser penaberan de tê kirin li kurdan dide
09:26 Rojnamevan Sezgîn ê hat îşkencekirin: Ev polîtîkayeke dewletê ye
09:17 Greva birçîbûnê di roja 250'yemîn de dewam dike
09:07 Amerîka wê 24 dîplomatên rûs der sînor bike
09:00 ROJEVA 3'Ê TEBAXA 2021'AN
02/08/2021
21:28 Bi çalakiya rûniştinê êrîşên nîjadperest şermezar kirin
21:21 Kesê ku Haytaoglûyê qetil kir hat girtin
21:17 22 hezar û 898 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
21:14 15 HDP'iyên hatibûn binçavkirin hatin berdan
19:43 Li Geverê jî lehî rabû
19:30 Heyeta HDP'ê li Çardêranê welatiyên ji ber lehiyê mexdûr bûn ziyaret kir
18:22 Bertekên li hemberî komkujiya nîjadperest: Divê berpirsiyar bên darizandin
17:13 Meclîsa Jinan a HDP’ê: Tecawiz weke rêbazê şer tê domandin
16:36 Siyasetmedarê kurd Kilinç jiyana xwe ji dest da
16:36 Li Elbakê dîsa lehî rabû
16:29 Begefîlma '73' ya îşev tê weşandin
16:13 Platforma Jinên Kurd, li dijî êrişan banga yekitiyê kir
15:25 Li Îzmîrê 2 kes hatin binçavkirin
15:11 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
14:34 Li Geverê operasyona leşkerî
14:23 Hevdîtinên TÎS'Ê dest pê kirin
14:22 Hevdîtinên TÎS'ê dest pê kirin
14:17 Serdanên şîna Dedeogûllari dewam dikin
13:56 Polisan li Amedê 4 ciwanan binçav kir
13:55 Civîna kabîneyê ya agirên daristanan taloq bû
13:45 Temellî: Li karesatên xwezayî, karesatek siyasî zêde bû
13:37 Li Wanê dema binçavkirinê ya 9 kesan 4 rojan hat dirêjkirin
12:59 Dest dirêjî li jina ciwan a winda hatiye kirin û hatiye kuştin
12:44 7 kesên li Geverê hatibûn binçavkirin sewqî edliyeyê hatin kirin
12:43 Ji bo Wanê hişyariya baraneke zêde hat kirin
12:29 Endamê Meclisê yê HDP’î Artûger jiyana xwe ji dest da
11:58 Malbata Şenyaşar: Dozger di betlanê de ye û malbat jî li ber edliyeyê ye
11:43 Xaşkanî bibertek in: Di erdhejê de jî alîkarî nehat
11:15 Li Îranê 3 Kurd hatin darvekirin
10:59 Turkdogan: Divê Tirkiye bi nexweşiya nîjadperestiyê re hevrû bibe
10:53 Îfadeya malbata Dedeogûllari ya li dozgeriyê: Ji ber ku em Kurd in êriş kirin
09:49 Li Elmaliyê nîjadperestan êrişî karkerên demsalî kir: Malbata Kûrga gund terk kir
09:05 Greva birçîbûnê di roja 249'emîn de dewam dike
09:05 Serokê PADÊ’ê: Em ê Şengalê di binê her şert û mercî de biparêzin
09:05 Cikavnas Bariş: Li Şengalê minafiqên xwecihî li ser kar in
09:05 İsrar û hewldanên Ocalan ên 'çareseriyê' her tim pûç hatin hiştin
09:03 Piştî betalkirina Peymana Stenbolê tundî zêde bû
09:00 Ji Mêrdînê rakirin birin li Kerboranê bi cih kirin
09:00 ROJEVA 2'YÊ TEBAXA 2021'AN
01/08/2021
22:08 96 kesên din jî ji ber koronayê mirin
20:26 Bûldan: Îqtidara ku roj dijmêre bila were vê meydanê bibîne
19:12 Qetilkirina malbata Dedeogûllari hat şermezarkirin
18:35 Nûçegihanê me û 5 kesên din hatin berdan
17:16 STO û partiyên siyasî serdana şîna malbata Dedeogullari kirin
17:06 Li Şirnexê 18 girtî bi koronayê ketin
15:44 Xizmên Dedeogûllari yên çûn cihê komkujiyê rastî tundiya polîsan hatin
15:01 Komkujiya li Îzmîrê hat xwestin, li Konyayê pêk hat’
14:26 Li Xaşkanê lehiya duyemîn rabû
14:03 Hejmara kesên li Wanê hatin binçavkirin derket 9'an
13:20 Koma Tifaqa Kurdistanî: Desthilatdarî berpirsê vê komkujiyê ye
12:29 Jinên Êzidî bûn berga pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê
12:19 Karsazê Kurd Guneş hat girtin
12:04 Rojnamegerên rastî êrişa koma nijadperest hatin îfade nedan polîsan
11:38 Şewata li Xozatê 3 roj in dewam dike
11:21 Malbata Şenyaşar: Zilmê neparêzin
11:05 Kujerê komkujiya nîjadperest 40 saet e ku nehatiye girtin
10:46 Li Egeyê bi pileya 5.7 erdhej çêbû
10:36 Li wanê 3 ciwanên HDP'î hatin binçavkirin
10:28 Berpirsê Heşdî Şabî: Tenê şengalî dikarin Şengalê biparêzin
09:04 Greva birçîbûnê di roja 248'emîn de dewam dike
09:03 Têkoşîna jinên sendîkayî ya ji bo TÎS'ê
09:02 Piştî êrîşa bi droneyan a li hemberî Binkeya Jetê ya Amedê sinyalên GPS'ê hatin qutkirin
09:00 ROJEVA 1'Ê TEBAXA 2021'Ê
31/07/2021
22:28 Nûçegihanê me yê hat derbkirin hat binçavkirin
22:21 Têkildarî êrîşa nîjadperest 3 kesên din jî hatin binçavkirin
21:39 Komek nîjadperest êrîş bir ser ciwanên HDP'î: Rojnamevan jî birîndar bûn