MELETÎ – Karsazê Kurd Mahmût Guneş ê ji Elmanyayê hat welatê xwe Meletiyê, hat girtin.
Karsazê Kurd Mahmût Guneş ê ji Elmanyayê xwest were welatê xwe Meletiyê, li Balafirgeha Qeyseriyê hat binçavkirin. Guneş ê bi hinceta derbarê wî de îxbar heye hat binçavkirin, piştî li miduriyeta polîsan îfade da sewqî dozger hat kirin. Dozger bi îdîaya “Propagandeya rêxistinê kirin” û bi daxwaza girtin Guneş şand dadgehê. Guneş, bi heman îdîaya hat girtin û şandin Girtîgeha Bunyanê.