KONYA - Cenazeyên 7 kesên ku li navçeya Meram a Konyayê hatin qetilkirin, li Goristana Saraçoglû li kêleka hev hatin definkirin.
Cenazeyên 4 jê jin 7 kesên li navçeya Meram a Konyayê hatin qetilkirin, li Goristana Saraçoglû ya navçeya Karatayê li kêleka hev hatin definkirin. Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar, Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Esengul Demîr, Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, endamên Lijneya Rêvebesriya Navendî ya HDP’ê û Parlamenterê Partiya Gel a Komarê (CHP) yê Konyayê Abdullatîf Şener beşdarî merasîma cenazeyan bûn.
Piştî wacîbeyên olî cenazeyên 7 kesên ku hatin qetilkirin, li kêleka hev du hatin definkirin.