STENBOL - ANYAKAY-DER’ê di kongreya xwe ya li dar xist de, rêveberiya xwe ya nû diyar kir.
Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Malbatên Xizmên Xwe Windakirin a Anadolûyê (ANYAKAY-DER) 2’yemîn Kongreya xwe ya Asayî li salona dawetekê ya li Okmeydanî li dar xist. Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan beşdarî kongrê bû. Pankartên “Dem dema azadiyê ye”, “Girêdana nirxan, bi mezinkirina têkoşînê pêkane” û “Têkoşîna me têkoşîna layîq bûyîna şehîdane” bi salona kongrê ve hatin kirin.
Di kongeyê de peyamên bilindkirin têkoşînê hatin dayîn û piştî hilbijartina hat kirin, ji bo Hevserokatiya ANYAKAY-DER’ê Evîn Genç û Ayhan Yildiz hatin hilbijartin.