NAVENDA NÛÇEYAN - Serokkomarê AKP'i Recep Tayyîp Erdogan, ragihand ku qadên li Antalya, Mûgla, Mersîn, Edene, Osmaniyeyê ji agirê daristanan bi bandor bûn weke "herêma bobelatê" îlan kirine.
Serokkomarê AKP'î Recep Tayyîp Erdogan, têkildarî şewata daristanan daxuyaniyeke da û ragihand ku qadên li Antalya, Mûgla, Mersîn, Edene, Osmaniyeyê ji agirê daristanan bi bandor bûn weke "herêma bobelatê" îlan kirine. Erdogan, diyar kir ku li herêmên hatine diyarkirin alîkariya welatiyên xesar dîtine bikin.
Herêmên ku ji şewatê bi bandor bûne wiha ne:
ANTALYA
"Hemû taxên navçeyên Manavgat, Aksekî, Alanya, Gundogmûş û Gazîpaşayê ku ji şewatê bi bandor bûne.
MERSÎN
Hemû taxên navçeyên Aydincik û Sîlîfkeyê ku ji şewatê bi bandor bûne.
OSMANIYE
Hemû taxên navend û navçeya Kadîrliyê ku ji şewatê bi bandor bûne.
MÛGLA
Hemû taxên navçeyên Marmarîs, Bodrûm, Mîlas, Koyceğiz û Seydîkemerê ku ji şewatê bi bandor bûne.
EDENE
Hemû taxên navçeyên Aladag, Îmamoglû, Karaîsali û Kozanê ku ji şewatê bi bandor bûne."