ANTALYA - Li navçeya Manavgatê, 2 karkerên agir ku mudaxaleyî şewata daristanê kirin jiyana xwe ji dest dan.
Li navçeya Manavgatê ya Antalyayê, 4 karkerên arazozê ku mudaxaleyî şewata daristanê kirin di nav agir de man. Ji 4 karkeran 2 ji wan jiyana xwe ji dest dan û 2 jî hatin xelaskirin. Cenazeyê her du karkeran rakirina Nexweşxaneya Dewletê ya Manavgatê.
Beriya niha jî di şewata ku 4 roj in didome de 3 kesan jiyana xwe ji dest dabû.