Mexdûrên lehiya Elbakê: Çima vê cihêkariyê dikin?

  • rojane
  • 12:10 30 Tîrmeh 2021
  • |
img
WAN - Xelkê li gundên Elbakê ku piştî lehiyê bi tenê hatin hiştin wiha gotin “Ev karesatek e. 24 saet in kesî li halê me nepirsiye. Çima cihêkariyê dikin?” 
 
Li navçeyên Elbak, Qelgelî, Payîzava û Serayê yên Wanê di 28’ê tîrmehê de ji ber barîna zêde ya baranê lehî rabûbû. Heta niha tê gotin ji hezarî zêdetir sewal di lehiyê de jiyana xwe ji dest dane û bi hezaran zeviyên çandiniyê xesar dîtine. Giyayên gundiyan bi lehiyê re çûn û gelek axûrên wan jî hilweşiyan. Li 13 gundên bi ser navçeya Elbakê ve xesarên mezin pêk hatin. Riyên diçin gundan xera bûn. Şêniyên gundên Heretûn, Çûx û Sêgir ên bi ser Elbakê ve xwestin xesarên wan demildest werin safîkirin. 
 
KANA KEVIRAN BÛYE SEDEMA LEHIYÊ 
 
Ferît Aytekîn ê ji gundê Çûxê diyar kir ku sedema lehiya radibe kana keviran e ku bi salan berê hatiye çêkirinê ye û got: “Kanek kevira ku bi salan e li gund hatiye kolandin heye. Ji ber kolandinê golek mezin çêbûye. Piştî barîna baranê dîwarê golê hilweşiya û lehiyê avêt ser gundê me. Min ji bo vê yekê gelek daxwazname dan, lê sê sal in kesî guh neda daxwaza me. Me got kana keviran çênekin, lê kesî guh neda me. Piştî kana keviran hat çêkirin jî tu tevdîr nehatin girtin. Me serî li qeymeqamiyê, walîtiyê û gelek saziyan da, lê belê ewlehiya can û malê me nehat girtin. Ez ê giliyê berpirsiyaran bikim. 110 mih û mala min çû. Derûniya zarokên min xera bû. 24 saet derbas bûn kesî li halê me nepirsiye. Ma qey em ne mirov in? Çima cihêkariyê dikin?” 
 
ZEVIYÊN WAN TALAN BÛN 
 
Haci Aytekîn ku li heman gundî dijî jî da zanîn ku lehiyê wan perîşan kiriye, ew nizanin wê çi bikin û got: “Ma qey em ne mirov in? Debara me li ser van zeviyan bû lê wan jî ji destê me girtin.” 
 
Necat Saritaş ê ji gundê Çûxê jî anî ziman ku 70 sal in cara yekem e ew bi lehiyek wiha re rûbirÛ dimînin û bi zorê zar û zêçên xwe ji lehiyê rizgar kirine. 
 
BI SEDAN MIH BI LEHIYÊ RE ÇÛN
 
Fîkret Saritaş ê ji gundê Heretûn jî berteka xwe li hember xemsariya saziyên dewletê anî ziman û got: “Kadîn û gova min hilweşiya. Nêzî 70 hezar lîre zirara min bûye. Di kadînê de kelûpelên înşatê hebûn, hemû bi lehiyê re çûn. Sala par qenalek çêkirin û berê avê dan ser gund. Ji ber vê yekê piştî her barîna baranê lehî radibe. Li gundê me tenê 500 mih mirin. Em dixwazin alîkariya me bikin.” 
 
Rasîm Tor ê ji gundê Heretûn jî got: “Divê bi lezgînî li gundê me keşf were kirin û zirara xelkê were safîkirin. 50 hezar ton giyayê min bi lehiyê re çû. Sewalên gundiyan bi avê re çûn. Ev karesatek e û alîkariya me nehatiye kirin.” 
 
‘BIL BI LEZGÎNÎ XESARA ME WERE SAFÎKIRIN’ 
 
Necattîn Daş ê ji gundê Sêgirê jî wiha bertekên xwe anî ziman: “Em perîşan bûne. Tu tiştek me nemaye. Di saetekê de her tişt serûbin bû. Niha hemû eşyayên me li derve ne. Em dixwazin ku bi lezgînî xesara me were safîkirin.”
 
Feleknaz Daş jî got: “Berê jî lehî radibû, lê vê carê pir giran rabû. Me bi zorê zarok û canê xwe rizgar kir. Hemû amadekariyên me yên ji bo zivistanê bi lehiyê re çûn. Em dixwazin ku alîkariya me were kirin.” 
 

Sernavên din

01/08/2021
10:36 Li wanê 3 ciwanên HDP'î hatin binçavkirin
10:28 Berpirsê Heşdî Şabî: Tenê şengalî dikarin Şengalê biparêzin
09:04 Greva birçîbûnê di roja 248'emîn de dewam dike
09:03 Têkoşîna jinên sendîkayî ya ji bo TÎS'ê
09:02 Piştî êrîşa bi droneyan a li hemberî Binkeya Jetê ya Amedê sinyalên GPS'ê hatin qutkirin
09:00 ROJEVA 1'Ê TEBAXA 2021'Ê
31/07/2021
22:28 Nûçegihanê me yê hat derbkirin hat binçavkirin
22:21 Têkildarî êrîşa nîjadperest 3 kesên din jî hatin binçavkirin
21:39 Komek nîjadperest êrîş bir ser ciwanên HDP'î: Rojnamevan jî birîndar bûn
20:58 79 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
20:41 'Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin'
19:50 Li Mêrdînê komkujî hat şermezarkirin
19:42 Dîmenên dema komkujiyê derketin holê
19:00 Li Taksîmê şermezarkirina komkujiyê: Li dijî faşîzmê mil bi mil
18:47 Li Amedê hêrsa li dijî komkujiyê: Gelê kurd ne bi tenê ye
18:30 Geverê bi meşekê êrîşa nîjadperest şermezar kir
18:17 Hunermendan komkujiya li Konyayê şermezar kir
18:08 Li Antakya û Samandagiyê agir bi daristanan ket
17:49 Li Elbakê lehî: Bi dehan xanî û axur xera bûn
17:43 Rêxistinên civakî yên sivîl ên Amedê: Dev ji polîtîkayên dijkurdbûnê berdin
17:15 Li her derê komkujî şermezar kirin: Ev nijadperestî ye
16:58 Kesên li Konyayê hatin qetilkirin tên definkirin
16:53 Xizmê Malbatê: Heke em bigirin wê qezenc bikin em ê negirîn
16:36 Parêzerên ku bi dozger re hevdîtin kirin kêliyên komkujiyê veogtin
16:00 Pirsa faîlên Cîhan ku di bin çavan de hat qetilkirin û weke întiharê hat nîşan kirin
15:36 Piştî operasyonê agir girt daristanê
15:18 Mafê tedawiyê ya girtiyê nexweş Sancar tê astengkirin
15:03 Temellî: Berpirsiyarê komkujiyê desthilatdariye
14:48 Ji Tirkiyeyê ji bo NY'yê parastina Dayikên Şemiyê: Li gorî qanûnên me ye
14:23 Rêveberiya nû ya ANYAKAY-DER’ê diyar bû
14:11 CHP'ê serdana malbata Dedeogûllari kir
13:47 Hejmara kesên li Geverê hatin binçavkirin derket 7’an
13:15 Malbata çû dewetê qeza kir: 5 kes mirin û kesek jî birîndar bû
13:14 Bûldan bertek nîşanî komkujiyê da: Kurd ne bi tenê ne
13:08 Wê Sancar tevlî merasîma cenazeyê malbata Dedeogûllari bibe
12:52 Herêmên ji agir bi bandor bûn weke "herêma bobelatê" hatin îlankirin
12:51 Parêzerên li Konyayê wê piştî nîvro bi dozger re hevdîtin bikin
12:30 Aqûbeta Fahrî Balyecî yê berî 26 salan hat windakirin pirsîn
12:22 Li Manavgatê 2 karkerên mudaxaleyî agir kirin jiyana xwe ji des dan
11:49 ÎHD û TÎHV şandeyê dişîne Meramê
11:47 Cotkaran DEDAŞ'ê şermezar kir: Em 100 hezar qezenç dikin fatoreyên me 250 hezar tên
11:17 Malbata Şenyaşar: Komkujiya li Konyayê encama polîtîkayên cezanekirinê ye
11:03 Derbarê Komkujiya Konyayê de 10 kes hatin binçavkirin
10:59 Êrişkar weke mêvan diçe malê: 20 gule berdan
10:53 Agahî nadin parêzerên ku diçin Konyayê
10:19 Karabûlût: Kujer bi êrişkarên beriya niha re di nav têkiliyê de ye
09:54 Li Îzmîrê cînayeta kar
09:51 Polîs rojnamegerên komkujiya nijadperest dişopînin asteng dikin
09:48 Qeyda Sicîlê ya Midurê Polisan ê Konyayê Dînç: Cinayeta Dînk, Komkujiya 10'ê mijdarê û Komkujiya Konyayê
09:47 Malbata kurd a hat qetilkirin wê li Goristana Saraçoglû bê definkirin
09:01 Greva birçîbûnê di roja 247'emîn de dewam dike
09:00 30 sal in girtî ye, ji ber hevdîtin bi malbatê re nekiriye, nayê berdan!
09:00 ROJEVA 31'Ê TÎRMEHA 2021'Ê
08:51 Cenazeyê Taş û Ûlûgana piştî 93 rojan radestî malbatên wan kirin
30/07/2021
23:59 Cizîrê êrîşa nîjadperest a li Konyayê şermezar kir
23:29 Sancar: Berpirsiyarê sereke yê vê komkujiya hov îqtidar e
21:38 Parêzerê malbata hat kuştin: Êrîşkaran cesaret ji bêcezatiyê girt
21:08 HDP têkildarî êrîşa nîjadperest a li Konyayê bi awayekî 'lezgîn' li hev civiya
21:03 Li Cizîrê panela 'Celadet Alî Bedirxan'
20:29 Li Konyayê cara dudoyan êrîş birin ser heman malbata kurd: 7 kes hatin qetilkirin
19:21 Ji HDP'ê kampanyaya aşiyê
16:38 Temellî: Muxatabê çareseriyê Birêz Ocalan e
14:55 Gunay: Îqtidara ku bi jetên taybet diçe her deverê nikare şewatê vemirîne
14:20 Agir bi daristanê qişleya leşkerî ket
14:13 Hikûmetê di şewatê de jî çav berdaye berîka gel
14:09 Konferansa Jinan a Rojhilata Navîn a 2'yemîn li Beyrûdê dest pê kir
13:54 DEDAŞ’ê panoyên ceryanê di nîveka peyarêyan de çêkir
13:53 Ji ber şewatan li 4 bajaran bi dehan gund hatin valakirin
13:32 Li Geverê 2 ciwan bi zorê birin herêma operasyonê
13:26 Li Marmarîsê di mehekê de 2 caran êrişî HDP’ê kirin
13:24 Jina karker ji nexweşîna Kirim Kongo jiyana xwe ji dest da
12:33 Ferît Şenyaşar: Bila dozger beriya betlanê edaletê bicih bînin
12:18 Kesên li Geliyê Sefo hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn
12:10 Mexdûrên lehiya Elbakê: Çima vê cihêkariyê dikin?
11:43 Li Baglûmê malên Kurdan tên hilweşandin
11:16 Têkildarî şewata li Marmarîsê zanyariyek nû
10:43 Wezîr Çavûşoglû hat şermezarkirin
10:02 Rektorê Zanîngeha Marmarayê Ozvar tayînî Serokatiya YOK’ê hat kirin
09:22 Binarê Qendîlê û Zînî Wertê hatin bombebarankirin
09:21 Nûnerên PYD'ê hatin berdan, lê nûnerê Rêveberiya Xweser nehat berdan
09:06 Greva birçîbûnê di roja 246'emîn de dewam dike
09:06 Îmîr: Em pêşî li ber qirkirina xwezayê bigirin
09:06 'Berî ku cenazeyê wî derkeve bila hin gav bên avêtin'
09:06 Penaberên efxan ên dane ser rêya koçberiyê: Birçîbûn, tîbûn, sefalet
09:06 Geliyê Mûnzûrê bi talûkeyekê re rû bi rû ye
09:00 ROJEVA 30'YÊ TÎRMEHA 2021'A
29/07/2021
23:46 Olûç: HDP berxwedan e, hûn nikarin bigirin
22:13 Li Erzînê mîtîng: Tecrîdê rakin
20:48 Di 24 saetên dawî de 60 kesên din jî mirin
17:02 7 roj in Herêma Şênê dişewite
16:45 Aydenîz: Navnîşana çareserkirina pisgirêka kurd Girava Îmraliyê ye
15:32 Gerînendeyê Giştî yê Cûmhûriyetê îstifa kir
14:32 Sancar û Aydeniz li Norşîn û Bedlîsê serdana esnafan kirin
14:26 Boztaş ê rastî êrişê hat ji nexweşxaneyê derket
14:12 Di lehiya Wanê de sewal mirin û erdan xesar dît
13:27 HDP li Samandagê ye: Em ji vê desthilatê bi gazind in
13:07 Parêzerê Malbata Şenyaşar: Daraz di nava tirsê de ye
13:07 Sancar: Hêza me ya ku hevsengiyên siyasî diyar bike heye
11:06 Malbata kurd êrişa ku li wan hat kirin vegot: Polis ne aliyê me li aliyê êrişkaran bû
11:01 Êrişî balyozxaneya Amerîkayê hat kirin