WAN - Li Wanê lehî rabû. Xeber ji du şivanan nayê girtin û hat ragihandin ku bi dehan kes jî li herêma lehî lê rabûye asê mane.
Li navçeyên Elbak û Qerqeliyê yên Wanê, ji ber baran zêde lehî rabû. Li taxên Albayrak û Guzeldere yên Elbakê û li taxên Sarikoy, Kaşikara û Yunkûşak ên Qerqeliyê lehî rabû.
HEYWAN MIRIN
Ji ber lehiyê gelek welatî li herêma lehiyê asê man û gelek pezên ketin ber lehiyê jî mirin.
DU ŞIVAN WINDA NE
Welatiyan ragihand ku li Elbakê du şivan jî winda ne û heya niha ji bo lêgerînê tu tişt nehatiye kirin.
Heya niha saziyên fermî derbarê lehiyê de tu daxuyanî nedane.