ENQERE – Li navçeya Elmadagê li hemberî malbateke kurd êrîşeke nîjadpeest pêk hat. Jina bi navê Z.D. û 5 zarokên wê ji taxê hatin derxistin.
Li Kuçeya Derya ya Taxa Îsmetpaşa ya navçeya Elmadag a Enqereyê, li hemberî malbateke kurd êrîşeke nîjadperest pêk hat. Duh bi îev saet li dor deh û nîvan cîranên Z.D. (38) ku ji Gever a Colemêrgê ye, xeber jê re gotin. Z.D.'yç anî ziman ku cîranên wan ji wan re gotine "kurdên heram", "terorîst" û hewl dane êrîşî wan bikin. Z.D. got: "Ez û 5 zarokên xwe 2 sal in li vira dixebitin. Ev çend hefte ye çêran dikin. Apardûmana kêlekê jî ji bo em biçin, îmze berhev kirine."
JI TAXÊ HATIN DERXISTIN
Z.D. ku wê û hevjînê xwe dev ji hev du berdaye û tevî 5 zarokên xwe dimîne, anî ziman ku paqijiya nav malan dike û 15 roj in li xênî digere. Z.D. got: "Duh li cem zarokên min, gotin 'em kurdan naxwazin' û hewldan êrîş bikin. Piştî heqaretê me gazî polîsan kir. Li cem polîsan jî hewl dan êrîş bikin. Gava polîs bi wan girtibûn, yek ji wan hat heya ber deriyyê min û hewl da êrîş bike. Kurê min jî bi wê tirsê rahişt kêrê. Paşê polîsan gef li kurê min xwar. Polîs got, 'Em li vir in û te rahiştiye kêrê, me dikaribû bera te bidana.'"
Malbat piştî êrîşî mala xwe bar kir çû, Hasanoglanê.
Di 20'ê Tîrmehê de li navçeya Altindag a Enqereyê jî li hemberî malbeteke kurd êrîşeke nîjadperest çêbûbû û di êrîşê de 4 kes birîndar bûbûn. Di 21'ê Tîrehê de jî li Konyayê Hakîm Dal ê ji Amedê jî hatibû kuştin.
MA / Berîvan Altan