EDENE - Girtî Bekîr Kûdak sewqî Girtîgeha Tîpa T a Bunyan a Qeyseriyê hat kirin, ji ber ku li dijî lêgerîna dev û tazî derket gardiyanan lê da.
Girtî Bekîr Kûdak, bêyî daxwaza xwe ji Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê ya Edenê sewqî Girtîgeha Tîpa T a Bunyan a Qeyseriyê hat kirin. Hat hînbûn ku ji ber li her du girtîgehan jî li dijî lêgerîna dev û tazî derketiye gardiyanan li Kûdak dane. Hat diyarkirin ku cendirmeyan jî dema sewqkirinê di wesayîta rîngê li Kûdak dane. Piştî 15 rojan ku di qarantînayê de ma Kûdak derxistin qawişê.