* Birayê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku di bin tecrîdeke giran de ye Mehmet Ocalan, bi bîr xist ku rêya bidawîkirina tecrîd û şer ji Îmraliyê derbas dibe û divê berpirsyariyê tenê ji girtîgehan re neyê hiştin û hemû beşên civakê bikevin nav tevgerê.
* Meryem Erbey ku kurê wê Mehmet Erbey di Girtîgeha Duzce ya Tîpa T'yê de di greva birçîbûnê de ye, got: "Li ber çavê dewletê kurd kurd e. Îro dora me ye, sibê dora kurdên din e."
* Li Rihayê polîs F.S. bi motosiklêtê li zarokê bi navê Ahmet Çetîn Genç qelibîbû û Genç miribû. Lêpirsîna derbarê mirina Genç de 8 meh e hê jî bi dawî nebûye. Bavê Genç, Dogan Genç, anî ziman ku hê jî F.S. polîstiyê dike û got: "Kiryarên kurê min diyar in, lê kes nehatiye girtin. Ma em li ku bidin dû edaletê?"
* Rojnamevan Celal Başlangiç ku li Ewropayê navê wî jî di nav "lîsteya înfazê" ya 55 kesan de ye û polîsên alman ew hişyar kirin, anî ziman ku ji ber ku rojnamevanên muxalif û serbixwe îlluzyona AKP'ê ku piraniya çapemeniyê bi dest xistiye, xera kirine hedef tên girtin.
* Karker Îsmaîl Tan ku li Afyonê bi êrişa nîjadperest re rûbirû ma got: "Êrişeke nijadperest û plankirî bû."
* Derbarê daxuyaniya HDP'ê ya derbarê Santrala Nukleerê ya Akkûyûyê de îdianame hat amadekirin. Ji 29 kesên tevli daxuyaniyê bûne 17 kes dê bên dadgehkirin.
* Ji 13 kesên ku meseleya di navbera malbatan de bi sulhê çareser kiribûn, li 9 kesan bi sedan sal ceza hat birîn. 6 kesên cezayê muebedê li wan hatine birîn, temenê wan di navbera 70-74 salan de ye.
* Malbata Şenyaşar wê di roja 141'emîn de çalakiya "Nobeta Edaletê" li ber Edliyeya Rihayê berdewam bike.
* Serokê Giştî yê DÎSK'ê Kemal Turkler di salvegera 41'emÎn de li Goristana Topkapi, Serokê Giştî yê Sendîkaya Derî-Îşê Kenan Bûdak jî di salvegera 40'emîn de li Goristana Sîlîvrîkapi werin bibîranîn. (11.00-13.00)
* HDP di çarçoveya kampanya "Em HDP'yî ne, li her derê ne" wê li Bûrsayê bi gel re hevdîtinan bike. (14.00-18.30)
* Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Edeneyê bi beşdariya Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP'ê Tuncer Bakirhan li otelek bajêr civîne li dar bixe. (18.30)