ÎZMÎR - Ozgur Şevîn Şîmşek a li Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Şakranê dima, piştî 6 meh cezayê wê qeydiya û şûnde, hat berdan.
Ozgur Şevîn Şîmşek a li Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Şakranê dima, di 9’ê Çileyê de 5 sal û 3 meh cezayê wê yê girtîgehê bi dawî bibû. Şîmşek a berî 6 mehan diviyabû bihata berdan, îro hat berdan. Berdana Şîmşek, ji ber Rêziknameya Daîreya Nirxandina Rewşa Hikumxwaran û Navenda Çavdêrî û Dabeşkirinê hatibû astengkirin.