AMED - Li navçeya Çinarê, ji ber vîrûsa koronayê hejmara taxên ku kirin qarantînayê derket 6'an.
Li navçeya Çinarê ya Amedê ku hejmara pêketiyên vîrûsa koronayê lê zêde dibin, 2 taxên din jî kirin qarantînayê. Bi vî awayî hejmara taxên ku li bajar kirine qarantînayê derket 6'an. Hat diyarkirin ku li taxan varyanta Deltayê hatiye dîtin.