* Derket holê ku Fermandarê berê yê Qereqola Dara Nîhat D. çixareyên “qaçax” ku bi cerdevanan re desteser kiriye firotiye leşkerên qereqolê û doz lê hatiye vekirin. Di pêvajoya ku darizandin didome de fermandar li peywira xwe hat vegerandin û derbarê wî de “pêwistî” cezayê dîsiplînê nehat dîtin.
* Serokê CHP'a Rîzeyê Saltûk Denîz, diyar kir ku di dema desthilata AKP'ê de Herêma Behra Reş bi projeyan hatiye texrîpkirin û ev tişt got: "Rebazên şaş ên hin kesan nabin qedera mirovên li herêmê dijîn. Divê em van bobelatên ku her sal pêk tên ji qederê derbixin."
* Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya Malbata Şenyaşar wê di roja 140'emîn de berdewam bike.
* Meclîsa Jinan a HDP'ê wê li navçeya Elkê ya Şirnexê serdana bêrîvanan bike. (12.00)