NAVENDA NÛÇEYAN - Li Serêkaniyê di navbera endamên Ceyş El Şerqiyayê de şer derket.
Li bajarê Serêkaniyê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku di bin kontrola Tirkiyeyê û komên paramîlîter ên girêdayî wê de ye, di navbera endamên Ceyş El Şerqiyayê de şer derket. Li gorî nûçeyeke ku Ajansa Nûçeyan a Hawarê têkildarî mijarê derbas kiriye, şer di saetên nîvro de derketiye û mirî û birîndar di şer de hene.