RIHA - Li Siwêregê cotkaran ji ber birrîna ceryanê bi ser navenda trafo ya TEÎAŞ’ê ve girtin.
Şîrketa Belavkirina Ceryanê ya Dîcleyê (DEDAŞ) li herêmên Karakeçîlî û Şeyhanli yên bi ser navçeya Siwêrega Rihayê ve bi hêceta “deynên xwe nedane” ceryana gelek cotkaran birî. Li ser vê yekê cotkar îro li hev civiyan û bi ser navenda trafona ya Şîrketa Ragihandina Ceryanê ya Tirkiyê (TEÎAŞ) ku li Taxa Karakeçîlî ye ve girtin. Cotkaran birrîna ceryanê protesto kirin û gotin wê protestoyên wan berdewam bike.
Gelek leşker sewqî cihê navenda trafoyê TEÎAŞ’ê hatin kirin.