NAVENDA NÛÇEYAN - Hat zanîn ku hêzên leşkerî yên girêdayî PDK'ê li devera Çarçelê ya bi ser Herêma Metîna ve êrişî xalên gerîlayên HPG'ê kirin.
Hat ragihandin ku hêzên PDK’ê li devera Çarçel a bi ser herêma Metîna ve bi çekên giran êrişî cihên gerîlayên HPG’ê kirine. Li gorî agahiyên ku çavkaniyên xwecihî ji Rojnews re ragihandine Ii devera Çarçel liv û tevgere zêde ya balafirên keşfê yên Tirkiyê çêbûye.
Çavkaniyan destnîşan kirin ku li gel liv û tevgera balafiran, hêzên PDK’ê li devera Çarçel ber bi qadên gerîla ve çûne û bi çekên giran ên wekî doçkayan êriş kirine. Hat gotin ku di encama gulebaranê de li herêmê şewat derket û hîn didome.
Çavkaniyan gotin ku hêzên gerîla ji bo ku alozî zêde nebe, bersiv nedaye, lê liv û tevgera hêzên PDK’ê li herêmê didome. Her wiha balafirên keşfê yên Tirkiyê jî li herêmê didome.