ÊLIH- Serokê Şaredariya Êlihê yê berê Huseyîn Kalkan, piştî ku cezayê wî bi dawî bû, serbest hat berdan.
Huseyîn Kalkan ê ji Partiya Civaka Demokratîk (DTP) a ku hat girtin, ji bo Serokê Şaredariya Bajarê Êlihê hatibû hilbijartin, bi hinceta ku daxuyanî di Roj Tv û Rojnameya Los Angeles Times daye, bi îdîaya “Propagandeya rêxistinê kirin” ceza lê hatibû birin. Kalkan, piştî ku cezayê wî bi dawî bû serbest hat berdan.
Kalkan ê cezayê wî hat erêkirin, ji doza KCK’ê ya li 6’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê dihat dîtin, girtî bû.