NAVENDA NÛÇEYAN - Di 24 saetên dawî de 60 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dan û 11 hezar û 94 kes pê ketin.
Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê yên derbarê Covîd-19'ê de, di 24 saetên dawî de 219 hezar û 528 test hatine kirin û 11 hezar û 94 kes bi Covîd-19'ê ketine. Hat diyarkirin ku 60 kes jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane.
Li gor daneyan, 5 hezar û 215 kes jî baş bûne.