Greva birçîbûnê di roja 239'emîn de dewam dike

  • rojane
  • 09:08 23 Tîrmeh 2021
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê ku li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin, di roja 239'emîn de, li ber xwe didin. Çalakiya li Mexmûrê di roja 218’emîn û ya li Yewnenistanê jî di roja 201'emîn de dewam dikin. 

Girtiyên siyasî yên ji doza PKK û PAJK'ê girtî ne, di 27’ê Mijdara 2020'an de, bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 22 sal in li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F a Ewlehiya Bilind girtî ye û bidawîkirina binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan zêde bûne, dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bidorveger kirin. Çalakiya greva birçîbûnê bi koma 47'emîn, di roja 239'emîn de berdewam dike. Ji 14'ê tîrmehê ve girtî ji 15 rojan careke bi awayekî bidorveger dikevin çalakiya greva birçîbûnê. 
 
GREVA LI MEXMÛRÊ DI ROJA 218’EMÎN DE YE
 
Li Kampa Penaberan a Mexmûrê, jinan di 18’ê Kanûna 2020'an de li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çalakiya greva birçîbûnê da destpêkirin. Çalakiya ku li Komeleya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê dest pê kir, di roja 218’emîn de didome.
 
LI YEWNANISTANÊ DI ROJA 201'EMÎN DE YE
 
Penaberên ku li Kampa Lavrîo ya Yewnanistanê dijîn jî ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan dewam dike, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Ev grev di roja 201'emîn de didome. Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), Tevgera Jinên Kurdistanê ya Ewropayê (TJK-E) û Navenda Çanda Kurdistanê pêşengiya çalakiyê dikin.
 
SALA 2012'AN: 68 ROJ
 
Yekemîn çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, di 12’ê Îlona 2012’an li girtîgehan hatibû destpêkirin. Çalakiyê 68 rojan dewam kiribû. Çalakî bi banga Rêberê PKK’ê Ocalan bi dawî bibû. Di encama çalakiya girtiyan de, di 3’yê Çileya 2013’an de, di navbera Ocalan û dewletê de, heya sala 2015’an pêvajoya diyalogê hatibû destpêkirin.
 
SALA 2016'AN: 8 ROJ
 
Di 5’ê Nîsana 2015’an de, pêvajoya diyalogê ya bi Ocalan re bi dawî bû û dîsa tecrîdkirina Ocalan giran kiribûn. Piştî darbeya 15’ê Tîrmehê, di raya giştî de fikar û guman mezin bûn. 50 siyasetmedarên kurd li ser vê yekê, bi daxwaza “Hevdîtina bi Ocalan re”, di 5’ê Îlona 2016’an de, li avahiya Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Di encama çalakiyê de, birayê Ocalan Mehmet Ocalan, di 11’ê Îlona 2016’an de çûbû Girava Îmraliyê û hevdîtin bi birayê xwe re kiribû. 50 siyasetmedarên kurd, piştî hevdîtina bi Ocalan re, di roja 8’emîn de, dawî li çalakiya xwe anî bûn.
 
SALA 2018'AN: 200 ROJ
 
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, di 8’ê Mijdara 2018’an de, li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, li Girtîgeha Amedê ya Tîpa E dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribû. Di 16’ê Kanûnê de jî girtiyan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiribûn û di 1’ê Adarê de jî çalakiya Guven li tevahiya girtîgehan belav bûbû. Li bajarê Hewlêrê ya Herêma Kurdistana Federe endamê HDP’ê Nasir Yagiz, li Kampa Mexmûrê Fadîle Tok, li Strasbûrgê 14 siyasetmedarên kurd, li Galler Îmam Şîş û li navçeya Kelar a girêdayî Germiyan jî Herêm Mahmûd ketibûn greva birçîbûnê û çalakiya wan li tevahiya cîhanê deng vedabû.
 
Di heman demê de, Parlamenterên HDP’ê Dersim Dag, Tayîp Temel û Mûrat Sarisaç, li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Amedê di 3’yê Adara 2019’an de tevlî çalakiya greva birçîbûnê bûbûn.
 
ROJIYA MIRINÊ
 
Ji ber ku daxwazên girtiyan nehatin qebûlkirin, 15 girtiyan bi heman daxwazan, di 30’ê Nîsana 2019’an de, dest bi çalakiya rojiya mirinê kiribûn. Dîsa li girtîgehên cuda, 15 girtiyên din di 10’ê Gulanê de, tevlî çalakiya rojiya mirinê bûbûn.
 
8 CIWANÊN KURD LI DIJÎ TECRÎDÊ XWE FEDA KIRIN
 
Çalakiyên greva birçîbûnê her ku çû belav bûn. Bi vê yekê re li bajarê Krefeld a Almanyayê, di 20’ê Sibatê de, welatiyê bi navê Ûgûr Şakar li ber dadgehê agir berda bedena xwe û li nexweşxanê di 22’yê Adarê de jiyana xwe ji dest da. Bi armanca şermezarkirina bêdengiya li dijî çalakiyên greva birçîbûnê û tecrîda li ser Ocalan, Zulkuf Gezen (33) di 17’ê Adarê de, li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2 a Tekirdagê, Ayten Beçet (24) di 23’ê Adarê de, li Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Gebzeyê, Zehra Saglam (23) di 24’ê Adarê de, li Girtîgeha Tîpa T a Oltûyê, Medya Çinar (24) di 25’ê Adarê de, li Girtîgeha Tîpa E ya Mardînê, Yonca Akîcî di 1’ê Nîsanê de, li Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Şakranê, Sîraç Yuksek di 2’yê Nîsanê de, li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2 a Osmaniyê û Mahsum Pamay jî, di 5’ê Nîsanê de, li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Hejmara 1 a Xarpetê, çalakiyên fedaî pêk anîn û dawî li jiyana xwe anîn.
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya bi pêşengtiya Leyla Guven hatibû destpêkirin, 200 rojan dewam kiribû. Di encama çalakiyê de, parêzerên Ocalan piştî 8 salan, di 2-22’yê Gulanê de, di 12-18’ê Hezîranê de û herî dawî di 7’ê Tebaxa 2019’an de, bi muwekîlên xwe re hevdîtin kiribûn.

Sernavên din

26/07/2021
10:41 Çîrokek têkoşînê
10:39 Li Çinarê 6 taxan kirin qarantînayê
10:24 Qefleyek penaberên Afgan dema ku ji Wanê derdikeve
10:12 Serokdewletê Tûnîsê darbe li meclisa welat kir
09:35 Rojanemeger Mame: PDK'ê di rêvebirinê de zehmetî dikişîne
09:11 Greva birçîbûnê di roja 242'yemîn de dewam dike
09:00 Ji Serokê CHP'a Rîzeyê: Divê em bobelatan ji qederê derbixin
09:00 Fermandarê ku çixareyên desteserkirî difirot dîsa hat ser peywira xwe
09:00 ROJEVA 26'Ê TÎRMEHA 20121'AN
25/07/2021
21:14 Topbarana Şehbayê: 2 jê zarok 4 kes birîndar bûn
19:52 Hejmar pêketiyen vîrûsa koronayê 14 hezaran derbas kir
19:45 Li Serêkaniyê di navbera komên paramîlîter de şer derket
17:59 Li Geliyê Bilûr agir bi daristanê ket
17:51 Yek jê zarok 2 kesên ku ketin bendavê xeniqîn
17:39 48 Baroyan bertek nîşanî manşeta Yenî Şafakê dan
16:51 Cotkaran li dijî birrîna ceryanê bi ser TEÎAŞ’ê de girt
16:50 Ji ber barana mûsonê 127 kes mirin û bi dehan kes winda ne
16:50 Odeya Tabîban bi keyayan re civîna derzîkirinê li dar xist
15:06 Li Arhaviyê bîlançoya lehiyê eşkere bû
12:31 Tirkiyê ji Girê Spî 2 jin revandin
11:07 Malbata Şenyaşar 139 roj in li benda ‘edaletê’ ye
10:40 Grûpên bi ser Tirkiyê ve kevirên goran didizin û difiroşin
10:13 Li Belçîkayê dîsa lehî rabû
09:07 Greva birçîbûnê di roja 241'emîn de dewam dike
09:06 Li Amedê rojê 500 kes bi Covîd-19'ê dikevin: Tekane rêya xelasiyê aşî ye
09:06 Ji bo greva birçîbûnê bang li rayedaran kir: Qanûna xwe pêk bînin
09:03 Îqtidar û muxalefet bi zimanê xwe ço li ba dikin
09:01 Bi îmzeya serokkomar erdê nexweşxaneyê kirin qada avahiyan!
09:00 ROJEVA 25'Ê TÎRMEHA 2021'AN
24/07/2021
21:17 58 kes ji ber Covîd-19'ê mirin, hejmara pêketiyan zêde bû
15:40 Hêzên PDK’ê cihên HPG'ê kirin hedef
14:57 Înîsiyatîfê xwest cezayê girtiyê nexweş Kocaturk bê taloqkirin
14:49 Ji bo girtiyê nexweş Kiliç banga berdanê hat kirin
14:30 ÎHD: Divê Korkmaz bê şert û merc were berdin
14:20 ÎHD’a Çanakkaleyê raporek li ser pirsgirêkên karkeran amade kir
14:00 Keça Gulunay ê 29 sal in winda ye: Em ê dev ji doza xwe bernedin
13:44 Ji êrişkaran tenê 1 jê hat girtin
12:55 45 roj in ji 3 siyasetmedarên ku PDK'ê binçav kiribûn agahî nayê girtin!
12:38 Serokê Şaredariya Êlihê yê berê hat berdan
12:38 Tevî îtîrafên Aygan jî 27 sal in agahî ji Haran nayê wergirtin
10:51 ‘Parazvanên edaletê wê hertim hebin’
09:02 Weşanxaneya Na pirtûka Welatê Xaltan çap kir
09:01 Greva birçîbûnê di roja 240'emîn de dewam dike
09:01 Hevserokê KNK'ê Karamûs: Heger yekîtî çêbibe dê Kurdistan bibe xwedî statu
09:01 ‘Li dijî êrişên nîjadperest, divê daraz xwedî helwest be'
09:01 Zeytûn: Neçareserkirina pirsgirêka kurd pêşî li ber êrişan vedike
09:01 Gundiyên ku eskeran li wan xist: Esker zilmê dikin
09:01 Karkerên demsalî 5 roj in bê av in
09:00 ROJEVA 24'Ê TÎRMEHA 2021'AN
08:35 Ciwanê ku di avê de xeniqîbû hat veşartin
23/07/2021
19:52 Di 24 saetên dawî de 11 hezar û 94 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
14:32 Bertekên li dijî êrişên nîjadperest: Divê polîtîkayên bêcezahiştinê bên terkkirin
14:14 ‘Siyaseta dubendiyê bingeha êrişên li dijî Kurdan e’
13:32 Li Gîresûnê jinek û zarokê wê bi giranî birîndar bûn
13:26 Baroyan bertek nîşanî manşeta Yenî Şafakê da
13:04 Mihrîcana Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê taloq bû
12:38 40 kesên ji koma nîjadperest hatin binçavkirin şandin edliyê
12:20 Malbata Şenyaşar: Di bin zilmê de cejn nabe
11:57 Tora Ziman û Çanda Kurdî: Em ê li dijî êrişan bêdeng nebin
11:26 NY: Ji milyonek zêdetir mirov ji ber lehî û hişkesaliyê mirin
10:12 Yenî Şafakê baroyên li dijî êrişên nijadperest derketin kir hedef
10:08 Platforma Zimanê Kurdî: Divê kurd li hev xwedî derkevin
09:50 Rêveberiya Xweser: Tirkiye serbixwetiya Sûriyeyê binpê dike
09:25 Tundiya zilam: Hewldana kuştina jinekê û zarokên wê
09:08 Greva birçîbûnê di roja 239'emîn de dewam dike
09:07 Cenazeyê kurê xwe yê li Efrînê xwest
09:07 Dayikên girtiyan: Daxwazên wan daxwazên me ne
09:06 Amedî: Li qutban jî 3 kurd bên cem hev dê rastî êrişê werin
09:05 Wextekî xwezayê ku heya 2023'yan bisekine nemaye
09:04 Serokê GÎŞ-DER'ê Kûtlû: Ji bo pêşîlêgirtina êrîşan divê kiryar bên cezakirin
09:00 ROJEVA 23'YÊ TÎRMEHA 2021'Ê
08:57 Walîtiya Wanê bersiv neda serlêdana ji bo 'standa derziyê'
22/07/2021
21:24 52 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:42 ÎHD'ê serdana malbata ku êrişa nîjadperestî lê hatibû kirin kir
15:46 DBP: Êrîş ji ber zimanê desthilatê pêk tên
15:18 Li Şirnexê bertek nîşanî êrişên nîjadperest dan
14:15 Li herêma Qertewînê şer derket
13:48 Li Stenbolê tundiya li ser jinê
13:22 HDP'ê ji bo cejnê serdana malbata Denîz Poyraz kir
13:03 Ji NY'yê daxuyaniya Qibris
11:43 Malbata Şenyaşar: Wê qêrînên edaletê rojekê bersiv bibînin
11:40 Di êrişa nîjadperest de 20 kes hatin binçavkirin
11:02 Wesayîta karkeran teqla avêt: Kesek jiyana xwe ji dest da û 14 kes jî birîndar bûn
10:54 Li Şirnexê şerê erd derket û welatiyek jiyana xwe ji dest da
10:30 Dal ê di êrişa nîjadperest de hatibû qetilkirin hat veşartin
10:22 Walîtiyê êrişa nîjadperest bi 'neyartiyê' ve girêda
10:09 Li Mêrdînê liv û tevgera helîkopteran heye
10:01 ÎHD: Êrişên li dijî kurdan berhema zimanê cihêkar e
09:41 Cenazeyê zarokê ket avê hat dîtin
09:25 Greva birçîbûnê di roja 238'emîn de dewam dike
09:00 Li Edliyeya Wanê tahde li dê û keçê kirin
09:00 Heyama nû ya Şanoya Devînîm a Enqereyê dest pê dike
09:00 Jin gundê Vakifliyê pêş ve dibin
09:00 ROJEVA 22'YÊ TÎRMEHA 2021'AN
21/07/2021
20:53 Şewata li Cûdiyê xwe bi xwe tefiya
20:50 59 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:44 Hevseroka HDP'î bi daxwaz "îxraca teqez" sewqî dîsîplînê hat kirin
16:08 Li Konyayê êrişeke nîjadperestî li malbateke kurd hat kirin: Kesekî jiyana xwe ji dest da
15:42 'Zihniyeta ku li Kadikoy û Pirsûsê êriş kir heman zihniyet e'
15:12 TGC’ê tundiya polisan şermezar kir