33 rêwiyên xelayan bi bîr anîn: Xeyalên wan li Rojava pêk hatin

  • rojane
  • 15:27 20 Tîrmeh 2021
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Di çalakiyên bîranînê yên 6’emîn salvegera Komkujiya Pirsûsê de, peyama “Xeyalên 33 rêwiyên azadiyê li Rojava pêk hat. Erka me ew ku em van xeyalan biparêzin û wan bigihînin tevahiya cîhanê” hat dayîn. 

 
Di 20'ê Tîrmeha 2015'an de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê bi pêşengiya Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) komek ciwan dixwestin pêlîstokan ji zarokên Kobanê re bibin û serdana Kobanê bikin. Lê beriya ciwan biçin Kobanê, li ber Navenda Çand û Hunerê ya Amara DAIŞ'ê êrişa bombeyî pêk anî û 33 rêwiyên Kobanê qetil kir û gelek kes birîndar kir. Îro salvegera 6'emîn a Komkujiya Pirûsê ye û bi vê wesîleyê qurbanî li gelek bajaran hatin bibîranîn. 
 
STENBOL 
 
Bîranîn li Goristana Gazî ya navçeya Sultangazî ya Stenbolê hat lidarxistin. Berî bîranînê girse li Mala Cem a Gazî kom bû û bi berzkirina dirûşmeyan heya goristanê meşiya. Girseyê pankarta “Şehîdên Pirsûsê bêmirinin” vekirin û bi navber diruşmeya “Ciwan wê hesap ji qatilan bipirsin”  berz kirin. Parlamentera HDP’ê Dersim Dag û gelek kes beşdarî bîranînê bûn. Piştî deqeyek rêzgirtinê, axaftin hatin kirin
 
Endama Lijneya Rêveber a  Navenda  SGDF’ê Hîvda Selen, di axaftina kir de wiha got: “Armanca kesên di komkujiyê de jiyana xwe  ji dest dan, ew bû ku piştevaniyê bidin gelê Kobanê û ji bo zarokan pêlîstokan bibin. Me bi hevre Kobanê parast, me got em ê bi hev re ava bikin. Li wê derê me gelek şehîd dan û di rêya van şehîdan em ketin rê. Ev 6 mehin em kolan bi kolan têkoşîna edaletê didin. Em ê hesab bipirsin.”
 
Keça Îsmet Şeker ê di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da Dîlek Şeker jî, da zanîn ku ew berî 6 salan ji bîr nakin û wiha axivî: “Bêwestandin em li edaletê digerin. Ji bo ku malbat cardin cejnan pîroz bikin, em li edaletê digerin.” Seroka ESP’ê ya Stenbolê Ezgî Bahçecî jî, da zanîn ku kujer û berpirsiyar diyarin û her tim bibin yek û hesap bipirsin.
 
Parlamentera HDP’ê Dersim Dag jî, diyar kir ku berpirsiyarên Komkujiya Pirsûsê yên ku gotin "Kobanê ket dê bikeve” nin. 
 
AMED 
 
Veysel Ozdemîr ê di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da jî, li ser gora xwe ya li Goristana Yenîkoy a li navçeya Rezan a Amedê hat bibîranîn. Malbata Ozdemîr, Parlamenterên HDP’ê yên Amedê Remziye  Tosûn û Semra Guzel, rêxistinên HDP’ê yên Amed û navçeyên wê, endam û rêveberên MEBYA-DER’ê, TUHAY-DER’ê û Partiya Karkerên Tirkiyê (TÎP) beşdarî bîranînê bûn. Di bîranînê de, dirûşmeya “Tu xeyal di nivî de namînin” hat berzkirin.   
 
Di heman demê de, ji bo Ozdemîr ê ku roja ji dayik bûna wî bû, paste hat birîn. Xwişka Ozdemîr Gulîstan Ozdemîr, helbesta bi navê “33 rêyên xeyalan” a nivîsandibû, xwend.
 
Endama SGDF’ê Helîn Yagmûr Ucî û Parlamentera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel, di bîranînê axivîn û gotin: “Dewletê bi DAIŞ’ê re ev komkujî pêk anî. Ligel ku 6 sal derbas bûn, hîna berpirsiyar nehatine darizandin. Emê bi têkoşîn û berxwedanê edaletê pêk bînin. Xeyalên 33 rêwiyên azadiyê, li Rojava pêk hatin. Duh salvegera Şoreşa Rojava bû. Gelan bi hev re jiyaneke nû ava kirin. Erka me ew ku em van xeyalan biparêzin û wan bigihînin tevahiya cîhanê.”
 
Xwişka Ozdemîr Gulîstan Ozdemîr, da zanîn ku ewê lêgerîna xwe ya edaletê dewam bikin. Girseyê piştî bîranînê qerefîl danî ser gora Ozdemîr.
 
ŞIRNEX
 
Ji 33 qurbaniyên di Komkujiya Pirsûsê de hatin qetilkirin Ûgûr Ozkan ê ji Cizîra Botan li ser gora xwe ya li Goristana Asrî ya Cizîrê hat bibîranîn. Malbata Ozkan, Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nûran Îmîr, endamên MEBYA-DER’ê, rêveberên HDP’ê, Dayikên Aştiyê û gelek kes beşdarî bîranînê bûn. 
 
Beriya bîranînê xwişka Ozkan, Hatîce Ozkan ku rakiribû wêneyê birayê xwe xwest biçe ser gorê, lê polîsan ew asteng kirin. 
 
Ji bo qurbaniyan rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê Parlamenter Nûran Îmîr axivî û 33 qurbaniyan bi bîr anî û got îqtidar berpirsiyarê vê komkujiyê ye. 
 
‘CANÊ ME KUŞTIN’
 
Hatîce Ozkan jî wiha got: “Nehiştin ez bi wêneyê birayê xwe werim ser gorê. Tevî ku min got ez tedawiya kemoterapiye dibînim jî lê min asteng kirin. Jixwe birayê min ji min girtine, niha radibin çi dixwazin ji me. Canê me kuştin.” 
 
Piştî axaftinan dirûşma “Şehîd namirin” hat berzkirin û gulan danîn ser gora Ozkan. 
 
EDENE 
 
Hêzên Demokrasiyê yên Edeneyê jî têkildarî salvegera komkujiyê daxuyaniyek nivîskî dan û xwestin ji bo Komkujiya Pirsûsê edalet were bicihanîn. 
 

Sernavên din

21/07/2021
14:58 Polis zextê li malbata kurd a êriş lê hat kirin dikin
13:21 Li Xarpêtê şewat derket: 170 donim erd şewitî
13:09 Tûran: Berpirsên êrişên nîjadperest desthilat e
12:21 Malbata Şenyaşar: Em tev bi hev re ji zilmê re bibêjin bes e
11:34 Penaberên afgan cejnê di bin germa zêde de derbas dikin
10:23 50 kesên ku li Kadikoyê hatibûn binçavkirin hat berdan
09:33 Êrişî malbatek Kurd kirin
09:07 Greva birçîbûnê di roja 237'emîn de dewam dike
09:06 'Divê li şûna gotinên nijadperest hikûmet bê rexnekirin'
09:05 Roja cejnê bi bîdonan av kişandin
09:05 ‘Ya ku tê jiyîn zilm, înkar û tunekirin e’
09:00 ROJEVA 21'Ê TÎRMEHA 2021'AN
08:32 Kesên di bîranîna Pirsûsê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
20/07/2021
20:39 Polîsan li Enqerê, Îzmîr û Stenbolê mudaxileyî bîranîna Pirsûsê kirin
16:11 Li Navenda Çand a Amara bîranîn: 33 can di Şoreşa Rojava de dijîn
15:27 33 rêwiyên xelayan bi bîr anîn: Xeyalên wan li Rojava pêk hatin
13:07 HDP'ê 33 qurbaniyên Komkujiya Pirsûsê bibîr anî
11:56 Zaroka du salî ya li Antalyayê winda bûbû mirî hat dîtin
11:52 Karkerên kurd bêyî ku werin dermankirin îfadeyê wan hatine girtin
11:32 Malbata Şenyaşar: Roja ku edalet pêk were wê bibe cejna me
10:29 Emîne Şenyaşar: Cejn ji me re nîne û bi girî derbas dibe
10:06 Malbatên Roboskiyê cejnê li goristanê pêşwazî kirin
09:57 Vedat Aydin bi wesîleya cejnê li ser gora xwe hat bibîranîn
09:01 Dayika Suleyman Aksû: Rojê sê caran diçim ser gora wî
09:01 Greva birçîbûnê di roja 236'emîn de dewam dike
09:01 Hiqûqnas Kûrşûn: AKP, nikare bêyî Rewşa Awarte welat bi rê ve bibe
09:00 Cinayeta li Serêkaniyê ku bû sedema şer, ket nav lîsteya 'kiryar nediyar'
09:00 Derbarê hikumxwarê muebedê de ku salek jê re maye derkeve 2 dozên cuda
09:00 Xizmên girtiyan: Berî ku cenaze derkevin bila daxwazên wan bên qebûlkirin
09:00 ROJEVA 20'Ê TÎRMEHA 2021'AN
19/07/2021
22:39 Li Afyonê êrîş birin ser karkerên kurd: 7 kes birîndar bûn
20:21 50 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:00 Beriya Cejna Qurbanê serdana goristanan kirin
16:44 Qeyûm xirbe rijandin Gola Wanê
16:14 Heywan di destên sewalkaran de man
15:22 Li Mêrsînê di 13 salan de 650 hezar dekar qadên çandiniyê tune bûne
15:05 Pasdarên Îranê îşkenceyek giran li kolberan kirin
13:42 Ji çar saziyan daxuyaniya hevpar: Girtiyê nexweş Çakal berdin
13:28 Bersûcê Komkujiya Sêwazê ku ji aliyê Erdogan ve hatibû berdan mir
13:27 Ayva yê gef lê hat xwarin: Em ê paşde gav neavêjin
13:01 Akademîsyenan piştgirî da Can Candan
12:56 Serokê CHP’yî ji ‘heqareta li serokkomar’ hat binçavkirin
12:43 Ji bo statuya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang li NY’î kirin
11:58 Malbata Şenyaşar cejnek din jî bi bêedaletiyê pêşwazî dike
11:56 HDP: Şoreşa Rojava ji Rojhilata Navîn re bûye îlham
11:11 Bûldan û Sancar Cejna Qurbanê pîroz kirin
09:31 12 hunermend li ser zimanê kurdî strîn
09:01 Greva birçîbûnê di roja 235'emîn de dewam dike
09:01 Gel ji debara xwe bi fikare: Cejn nayê bîra me
09:01 'Heya ku edalet pêk were, berpirsiyar dewlet e’
09:01 Kana madenê darên mişmişan hişk kirin, hemû derî li gundiyan girtin
09:00 ROJEVA 19'Ê TÎRMEHA 2021'AN
08:43 19 ciwanên hatibûn binçavkirin, hatin berdan
18/07/2021
19:53 Polîsan êrişî bîranîna Pirsûsê kirin: 19 binçavkirin
18:55 Hejmara jinên îşkence li wan hat kirin ji sedî 10 zêde bû
18:33 Hozan Arhat ê bi Kurdî stran gotin, di dawetê de hat binçavkirin
16:18 Meclîs kete betlanê
16:03 Jinek din jî ji aliyê çawişê pispor ve hat kuştin
15:50 Di xwepêşandanên bêaviyê de 3 ciwan hatin kuştin
15:03 Qeyûm ji bo danasîna filmê sûrên Amedê 400 hezar lîre xerc kir
14:48 Li Hindistanê barana mûsonê bû sedema mirina 23 kesan
14:21 Jina ducanî ku polîsan lêdabû: Bi porê min girtin û min avêtin erdê
13:35 Ji Rêveberiya Xweser bang: Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nas bikin
12:39 Li Panosê qezaya trafîkê: 3 kes mirin 14 kes birîndar bûn
11:55 Malbata Şenyaşar: Li dijî hiqûq serdestan em ê bi ser bikevin
11:24 Li Amedê seferberiya derzîkirinê
10:35 Di meha hezîranê de 9 kolber hatin qetilkirin
10:26 39 roj in ji siyasetmedarên kurd agahî nayê wergirtin
10:25 Şêxo: Tirkiye hewl dide sûcên xwe veşêre
09:53 Dede: Em ê bikin ku parastina me doza girtina HDP’ê pûç bike
09:02 Greva birçîbûnê di roja 234'emîn de dewam dike
09:01 Dadgehê rapora ÇED'ê ya derbarê HES'a li Çemê Zoravayê de betal kir
09:01 Hilberînerên mişmişan: Guh nedin fiyetan, mişmişên organîk bixwin
09:01 Muslîm behsa Şoreşa Rojavayê kir: Divê Rêveberiya Xweser bê pejirandin
09:00 6 sal in Komkujiya Pirsûsê nehatiye zelalkirin
09:00 ROJEVA 18'Ê TÎRMEHA 2021'AN
09:00 Li Ewropayê hejmara miriyên lehiyê derket 168 kesan
17/07/2021
23:08 Li Silopiyayê bi hezaran kes qîriyan: Dem dema yekîtiyê, dem dema şikandina tecrîdê ye
21:19 38 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:00 Ciwanê ket Çemê Êlihê ber avê ket
16:52 Biryara nepeniyê danîn ser dosya zarokê li qursa Quranê jiyana xwe ji dest dabû
15:34 YNK'ê rayeyên Lahor dewrî Bafil Talabanî kir
15:34 Li Bestayê şewata daristanê û birrîna daran didome
15:34 Sancar, serdana dikandarên Kuşadasiyê kir
15:33 Ji bo girtiyê nexweş ê 95 salî banga berdanê kirin
14:31 Xwestin kiryarên Aydin werin darizandin
14:30 MEBYA-DER'ê 2’yemîn kongreya xwe li dar xist
14:29 Xwîn çû ser mîdeya girtiyê nexweş ê 70 salî
14:08 ÎHD 35 salî ye: Wê têkoşîna me berdewam bike
14:04 ‘Daxwaza aştiyê di asta ku sînorê tecrîdê derbas bike de ye’
13:55 Dayika Şemiyê: Ne me kesên ku hezkiriyên me dan windakirin bidarizînin
13:42 Malbata Ocalan ji bo hevdîtina cejnê serî li dozgeriyê da
13:35 Malbata Şenyaşar: Dawiya zaliman nêz e
13:18 Denîz Poyraz bi bîr anî: Em ê serhildana xwe mezin bikin
12:32 Bi torosa spî birin 26 sal in agahî ji wan nayê girtin
12:28 Polîsan rapora lêdanê ya jina ducanî desteser kir
11:32 Li Wanê qedexeya çalakiyan 15 roj hat dirêjkirin
11:15 Parêzer û birayê wî li Rihayê hatin kuştin
10:56 Lêdana jina ducanî ji Soylu pirsî
10:34 Ji siyasetmedarên kurd 38 roj in agahî nayê girtin