* Îqtidara AKP'ê dema Rewşa Awarte ya ku pişî hewildana eskerî ya 15'ê Tîrmehê îlan kiribû, saleke din jî dirêj kir. Hiqûqnas Gunal Kûrşûn got: "Ji lew re îqtidara siyasî nikare di şert û mercên asayî de welat bi rê ve bibe. AKP, mecbûrî Rewşa Awarte ye."
* Li Serêkaniyê kuştina 2 polîsan ku cardin bûbû hinceta şer, daxilî nav cinayetên "kiryar nediyar" bûn. Parêzer Eyyup Sabrî Tînaş, destnîşan kir ku hikûmetê kuştina bi hezaran kesî esas negirt.
* Resûl Baltaci ku di Girtîgeha Çîmlî ya Duzce ya Tîpa T'yê de dimîne û cezayê muebeda giran lê hatiye birîn, ragihand ku salek maye cezayê wî biqede, lê belê îdareya girtîgehê dixwaze înfaza wî bişewitîne.
* Kûdret Aksû, dayika Suleyman Aksû ku di Komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dabû, bibîr xist ku roja cejnê kurê xwe bi rê kiribû û got: "Ji bo dest nedin kurê min, rojê sê caran diçim ser gora wî."
* Xizmên girtiyan destnîşan kirin ku berî ku cenaze ji girtîgehan derkevin divê daxwazên girtiyan bên qebûlkirin û bang li raya giştî kirin: "Bila her kes dengê xwe li dengê me zêde bike."
* Bi wesîleya Cejna Qurbanê wê li gelek bajaran serdana goristanan were kirin. (11.00)
* Qurbaniyên Komkujiya Pirsûsê wê li gelek bajaran werin bibîranîn. (11.00-19.00)
* Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya Malbata Şenyaşar wê di roja 134'emîn de berdewam bike.