AGIRÎ - Li Panosê di encama qezayek trafîkê de 3 kes mirin û 14 kes birîndar bûn.
Li nêzikî gundê Qubik a bi ser navçeya Panosa Agiriyê ve dolmîşek rêwiyan ji rê derket û qelibî. Hat zanîn ku dolmîşê karkerên di xebata binesaziya ceryanê de dixebitîn ji Erziromê dibir navçeya Erdîşa Wanê. Di qezayê de Emrah Kaya yê 21 salî, Muharrem Kaya yê 20 salî û Mûrat Kaya yê 14 salî jiyana xwe ji dest dan. 14 kes jî birîndar bûne. Birîndar û miriyan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Panosê.