AMED - Li Amedê TIR’a bi plakaya Îranê ku barê wê rûn bû qelibî, kabîna şifêr parçe parçe bû û rûnê di barkirî jî hemû li ser rê belav bû.
TIR’a bi plakaya Îranê li navenda Amedê li ser rêya Amed û Rihayê saaet li derdora sisêyê şevê li tableya rê nîşan dide ket û qelibî. Hat zanîn ku TIR'a ji Dîlokê rûn bar kiriye, dê bibira Îranê. Hat gotin şifêr hakîmiyeta xwe ya li ser dîrksiyon winda kiriye û ji ber vê yekê qeza pêk hatiye û kabîna şifêr parçe bû. Şifêr birîndar bû û tîmên tenduristiyê wî rakirin nexweşxaneyê. Hat zanîn ku rewşa tenduristiya şifêr baş e.
Rûnên barkirî li ser rê belav bûn. Tîmên trafîkê hatin cihê bûyerê û ji bo paqijkirina rê tevdîr girtin. Piştî demek dirêj TIR hat rakirin û tenekeyên rûn ku belav bûbûn hatin rakirin û rê hat paqijkirin.