ENQERE - Umîtcan Uygun ku di mirina Aleyna Çakir de gumanbarê sereke ye û ji ber bikaranîna tiryakê 6 meh girtîbû, hat berdan.
Umîtcan Uygun yê ku di mirina Aleyna Çakir de gumanbarê sereke ye û piştî dîmenên xwe yên bikaranîna tiryakê li ser hesabê xwe yê medya dijîtal parvekirin, bi sûcdariya “bikaranîna tiryakê û bi awayekê aşkere teşwîqkirina bikaranîna tiryakê” berî 6 mehan hatibû girtin, hat berdan.
Parêzerê Uygun Hayrî Çagatay Cengîz berdana Uygun li ser hesabê xwe yê medya dijîtal ragihand.