* Cîgirê Hevserokên MXDŞ'ê Heso Îbrahîm anî ziman ku li ser Şengalê metirsiyek heye û got: "Em li ser Şengalê metirsiyê dibînin. Lê weke civaka êzidî em dibêjin, heger başûrê Kurdistanê ji dest biçe û fikriyata îslamî têde li pêş bikeve, ev ji bo me metirsî ye. Lê em ê destûra dagirkirina Şengalê nedin.”
* Li Dêrikê li nav erdên hin cerdevanên berê gelek çek, demançe, tiving, êlekên şer û fîşekên çeka bi marka Bixi yên di envantera TSK'ê de qeydkirî hatin dîtin.
* Jinên çewligî anîn ziman ku betalkirina Peymana Stenbolê rê li ber qirkirina jinan vekiriye û kesên peymanê betal kirine, hişmendiya jinê ya derketiye holê nabînin.
* Li Bêrecûkê, pira ku 70 sal berê ji bo kesên biçin nav baxçeyên xwe hatiye çêkirin û niha bi hezaran kes di ser re diçin û tên, ji ber ku li derdora wê cax tune ne, bûye cihê talûkeyek mezin.
* Girtiyê nexweş Mehmet Zahît Ozdemîrlî, anî ziman ku dewlet bi dustandardî nêzî girtiyên nexweş dibe û vê yekê bi awayekî aşkere dike.
* Parlementera HDP'ê Zuleyha Gulum, destnîşan kir ku bi şertê "delîlên berbiçav" dê beyana jinan û zarokan esas neyê girtin û dê pakêta darazê ya 4'an kiryarên destdirêjiyê biparêze.
* Çalakiya nobeta "edaletê" ya Malbata Şenyaşar wê di roja 130'yemîn de berdewam bike.
* Desteya Bajêr a TMMOB'a Êlihê têkildarî birrîn ceryana û qutkirina ava gundên Hezoyê wê li Odeya Avahîsazan daxuyanî bide çapemeniyê. (10.00)
* Şaxa ÎHD'a Mêrsînê têkildarî binpêkirinên mafan ên li rêveberiyên xwecihî diqewime wê li avahiya xwe daxuyanî bide. (12.00)
* Rêxistina HDP'ê ya Bajêr a Aydinê wê bi beşdariya parlamenteran serdana esnafan bike. (15.00)