Bavê Îsa Uke: Ji ber xemsariya DEDAŞ û DSÎ'yê cînayet pêk hat

  • rojane
  • 09:25 14 Tîrmeh 2021
  • |
img

ÊLIH - Li gundê Zîlana bi ser Hezoyê ve ji sala 2009’an ve 6 şêniyên gund ji ber ku li derûdora qenala DSÎ’yê tevdîr nehatine girtin, di ava vê qenalê de xeniqîn. Herî dawî Îsa Uke di qenalê de xeniqî. Bavê Uke Nurî Uke destnîşan kir ku lawê wî ji ber xemsariya dewletê xeniqî ye û qeniqandina kurê xwe wek cînayet nirxand.  

Qenala avdaniyê ya aydê Karên Avê ya Dewletê (DSÎ) ku ji Bendava Êlihê tê û heta navenda Êlihê diçe li gundan dibe sedema metirsiyê. Destpêka qenala avê ji gundê Zîlan a bi ser navçeya Hezo ya Êlihê dest pê dike û ber bi Êlihê ve diçe. Qenal bi qasî 3 kîlometreyan di nava gundê Zîlan de derbas dibe. Li derûdora vê qenalê ango li keviyên wê tu tevdîr nehatine girtin. Ev bêtevdîrî rê li ber metirsiyan vedike. Ji roja ku ava vê qenala hatiye berdan heta niha bûye sedema xeniqandina şêniyên gundê Zîlan. Ji sala 2009’an ve 6 welatiyên ji gundê Zîlan di ava vê qenalê de xeniqîne. 
 
Qenala ku 8 metre firehiya wê û 4 metre kûr e heta niha li dehma gundê Zîlan ne têl û ne jî hesin li dora wê hatine çêkirin. Hem welatî û hem jî heywanên gundiyan dikevinê û têde dixeniqin. Bi taybetî jî zarok dikevinê û carek din jê dernakevin. 
 
6 WELATIYÊN GUND XENIQÎN!
 
Heta niha keyayê gundê Zîlanê Ahmet Sayar di sala 2018, Mehmet Sevîm (18) di sala 2009’an de, Berat Sayar (9) di sala 2011’an de, Îbrahîm û Mehmet Salîh Oşrak ên birayên ku hêj zarok bûn di sala 2014’an de û herî dawî jî di 10’ê tîrmeha 2021’an de Îsa Uke (16) di vê qenalê de xeniqîn e. 
 
ŞÊNIYÊN GUND BI BERTEK IN 
 
Tevî ku ev şêniyên gundê Zîlan di qenalê de xeniqîne jî lê tu tevdîr nehatine girtin. Ev yek jî ji aliyê şêniyên gundê Zîlan ve wek xemsariya DSÎ’yê tê nirxandin û dibêjin êdî bes e ku zarokên wan di vê qenalê de xeniqîn û ew naxwazin êdî tu Îsayên din bixeniqin û demildest tevdîr li derûdora qenalê were girtin.
 
Her wiha li gelek gundên din û navenda Êlihê jî di vê qenala avê de xeniqîn e. Xelkê vê herêmê dixwaze DSÎ ji bo tevdîran gavan biavêje. 
 
JI BER AV NEBÛYE DIÇE XWE LI QENALÊ BIÇE 
 
Bavê Îsa Uke, Nûrî Uke ji ajansa me re axivî û xemgîniya xwe ya li pey lawikê xwe anî ziman. Uke diyar kir ku ji ber DEDAŞ’ê ava gund qut kiriye û sê heftene bêav bûne. Uke da zanîn ku lawikê wî alîkariya hêrandina cehê cîranê xwe dike û ji bo ku Îsa xwe bişo diçe malê dibîne ku av li malê nîne û li gel hevalê xwe ji bo şûştinê diçe qenala avê. Uke got lawikê wî bi avjeniyê jî nizane û dikeve qenalê û dixeniqe û got: “Ewqas bêtevdîrê jî nabe. Me zarokên xwe li erdê nedîtiye. Bila êdî canek me yê din neçe.” 
 
‘EV CÎNAYET E’ 
 
Uke destnîşan kir ku lawikê wî ne yê ewil e ku di vê qenalê de dixeniqe û ku bêtevdîrê wisa bidome wê lawikê wî ne yê dawî be jî. Uke anî ziman ku ew daxwaz dikin ku li tavilê rayedar werin li derûdora qenalê tevdîran bigirin û wiha got: “Ev ne mirinek asayî ye. Ev cinayet e. Ji ber vê bêtevdîriyê em he sal ewladek xwe bidin. Em dibêjin êdî bes e. Em bi hêvî ne lawikê min wê bi be yê dawî. Em dixwazin dewlet dest biavêje vê meseleyê. Serê me tevan sax be.” 
 
MALBAT AMADEKARIYA VEKIRINA DOZÊ DIKE 
 
Uke destnîşan kir ku ji bo ev cinayet bi dawî bibin dê doz vekin û got: “Çi ji destê me were em ê bikin. Piştî şînê em ê amadekariya vekirina dozê bikin.”
 
‘BILA WERIN SER QENALÊ BIGIRIN’ 
 
Şêniyê gundê Zîlanê Îhsan Ozerdem jî li şûna bûyerê ji kameraya me re axivî û xemsariya dewlet a ji ber bêtevdîriyê rexne kir. Ozerdem anî ziman ku ew naxwazin êdî zar û zêçên wan di vê qenalê de bixeniqin û ew di serî de bang li DSÎ, walîtî û qeymeqamiyê kir ku dawî li vê xemsariya bêtevdîriyê bînin û ser qenalê bi awayek were girtin. 
 
MA / Bîlal Guldem
 

Sernavên din

14/07/2021
12:04 Eskeran gule berdan gundiyên ku li pezê xwe digeriyan
11:50 Doza xizmên qurbaniyên Roboskiyê dîsa hat taloqkirin
11:27 Danişîna doza Tahîr Elçî dest pê kir
10:41 Girtiyên dikevin çalakiya greva birçîbûnê dikin hucreyan
10:40 Bûldan li Rihayê ye Şenyaşar di bin çavan de ne
10:18 Piştî 57 rojan cenazeyê Bûlat dan malbata wî
10:15 Gardiyan li girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de didin
09:46 Li dijî avahiya HDP'ê ya Marmarîsê êrişa çekdarî pêk hat
09:28 Generalê biçûk ê Apê Mûsa: Cesareta wî ji temenê wî mezintir bû
09:25 Bavê Îsa Uke: Ji ber xemsariya DEDAŞ û DSÎ'yê cînayet pêk hat
09:24 Çalakiya greva birçîbûnê derket 15 rojan carekê
09:21 SAMER: Li bara kurdan tu krediya Erdogan nemaye
09:20 Îstinafê di Doza JÎTEM'ê ya Qoserê de 'bêcezatî'yê pesend kir
09:17 10 salên li Girtîgeha Jimare 5'an: A herî giran bêhna xwînî û olana qîrînan bû
09:00 ROJEVA 14'Ê TÎRMEHA 2021'Ê
13/07/2021
21:39 Dîlokiyan bi coşeke mezin HDP'iyan pêşwazî kir
20:27 46 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
20:20 Li ber Girtîgeha Bakirkoyê ji bo tecrîdê û grevên birçîbûnê bang kirin
16:47 Michale Rûbîn geşedanên li başûrê Kurdistanê nivîsand
15:42 Onlu: Kesên plana çokşikandinê amade kirin li ber têkçûnê ne
15:30 Parêzerên Ocalan serî li dozgeriyê dan
15:28 Polîsekî Alîkarê Midurê Polîsan ê Colemêrgê kuşt
14:52 Hevserokê HDP’ê yê Halîliyeyê hat binçavkirin
14:45 Talîban gef li Tirkiyeyê xwar
14:41 DEDAŞ'ê li Dêrikê têlên ceyranê birî
14:33 Baroya Şirnexê doz li DEDAŞ'ê vekir
14:02 Roja ku ji girtîgehê were berdan cenazeyê wî derket
13:59 Serokê EMEP'ê Akdenîz serdana ajansa me kir
13:46 Varyanta Deltayê belav dibe: Li 36 bajaran hat tespîtkirin
13:43 Serokê EMEP'ê Akdenîz, ji bo MA'yê nivîsand: Li Afganistanê gel koçber dibe
13:21 Ji bo AKP’iyan li mizgeftê protokol hat avakirin
12:43 'Lêgerîna dev' li girtiyên nexweş ferz dikin
11:46 HDP'ê qurbaniyên Geliyê Zîlan bi bîr anî
11:13 Wê di Doza Elçî de şahid bên guhdarkirin
11:13 Malbata Şenyaşar: Kesên dixwazin bibin şahid bila werin
10:32 Dr. Yerlîkaya: Divê bi zimanê dayikê kampanyaya derzîkirinê were destpêkirin
10:21 Pergala Edaletê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çawa tê birêvebirin?
09:53 Li Çinarê taxekê kirin qarantînayê
09:50 Li Alîagayê cînayeta kar
09:35 Ji bo demkî ava gundê Zîlan hat berdan lê li 7 gundan bêavî didome
09:06 Îdianameya cinayeta Hantaş: Dozger xwest 25 sal ceza li polîs bê birîn
09:06 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 229'an de berdewam dike
09:06 'Jin bi têkoşîna xwe ji bo cîhanê dibin mînak'
09:06 Dê ji bo cezayê kesê ku Koç birîndar kir serî li îstinafê bidin
09:06 Şahidê 14'ê Tîrmehê: Xeleka teslîmiyetê perçe perçe kir
09:06 Gardiyan ji xizma girtî re got: Em hem dadger hem jî dozger in
09:06 Kana keviran gundiyan bêzar kiriye
09:00 ROJEVA 13'Ê TÎRMEHA 2021'Ê
12/07/2021
21:26 49 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirine
20:57 Li Bestayê şewat
17:30 DAD’ê serdana DÎAY-DER’ê kir
17:02 Êrişkarên nijadperest hem berdan hem diparêzin
16:38 Xerakirina peyarêya kolana hunerê esnafan mexdûr dike
15:59 Dirûşmeya ‘Qers Ya Me Ye’ bû sûc
15:55 Doza Pinar Guntekîn dest pê kir
15:42 Li Sîlîvriyê mîqdareke kêm avê didin qawişan
14:45 Hatîmogûllari: HDP fikra rizgariya hevpar e
14:16 Nivîskar û rewşenbîrên kurd banga yekitiyê kirin
14:00 Ji HDP’ê bo muxalefetê: Karê me bi yên ku çareserkirina pirsgirêka kurd neparêze re nîne
12:48 Pirsa 'Kî we organîze dike?" ji cotkarên titûnê pirsîn
12:08 Dozgerê nû jî randevû neda malbata Şenyaşar
11:50 TÎHV: Ji 10 kesan 4 kes îşkenceya zayendî lê hatiye kirin
11:41 Parêzerên Ocalan carek din serî li dozgeriyê dan
11:40 Dayikên Şemiyê: Em ê dev ji zarokên xwe bernedin
11:29 10 cotkarên titûnê ku kapîtalîstên tirşikçî şermezar kirin hatin girtin
11:01 Ji bo polisên ku mil û diranê Demîr şikandin biryara neşopandinê hat dayîn
10:58 Li Girtîgeha Antalya ya Tîpa S îşkence heye lê rapor nîne!
10:23 Ji DAD'ê daxuyaniya Geliya Zîlan: Xwebûna me di tengasiyê de ye
10:14 Girtiyê nexweş Huseyîn Îdîg jiyana xwe ji dest da
10:11 Êrişkarê ku bi ser merasîmê de girt yek jê zarok 2 kesan kuşt
10:03 ATK’ê Ozkan şand girtîgehê: Delîl têr nakin
09:12 Birîna ku sedsal in xwîn jê tê: Geliyê Zîlan
09:03 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 228'an de berdewam dike
09:03 AYM’ê dosyeya Surme Înce ji esasê xistiye ber lêpirsîne
09:03 Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek dest bi qeydên zimanê kurdî kir
09:03 Li dijî sepanên DEDAŞ’ê bang li EPDK’ê kir ku lêkolînê bike
09:03 Hem gund bêav hiştine hem jî gefa cezakirinê li gundiyan xwarin e
09:00 ROJEVA 12'Ê TÎRMEHA 2021'AN
11/07/2021
23:25 Hevserokê HDP'a Colemêrgê hat berdan
21:34 Ciwanê ji ber nebûna avê bi xeniqandinê re rûbirû mabû jiyana xwe ji dest da
21:11 Baroyên Îzmîr, Edene û Mêrsînê kongreyên xwe li dar xistin
20:56 Ji ber koronayê 37 kesan jiyana xwe ji dest da
20:11 HDP'ê li Erdexanê serdana gel kir
20:02 Girtina meleyan a ji ber xutbeya kurdî hat şermezarkirin
19:51 Hevserokê HDP'a Colemêrgê hat binçavkirin
19:44 Berxwedêrên 14'ê Tîrmehê hatin bibîranîn
16:48 HDP’iyan qeza kir: 7 kes birîndar bûn
16:27 Girtî: Yekane rêya serkeftinê berxwedan e
16:14 Temel: Em ê bi xeta sêyemîn têbikoşin
14:48 ÎHD bi girtiyên ku îşkence li wan hat kirin re hevdîtin kir
14:38 Rojnamevan Başlangiç krîza dil derbas kir
14:37 Girtî greva birçîbûne ya bidorveger derdixin 15 rojan
14:06 Dayika Aştiyê Tûnç jiyana xwe ji dest da
13:15 Hatîp Dîcle: Erdogan bi zextên Ergenekon û MHP'ê pêvajoyê bi dawî kir
11:59 Bi çeka cerdevanan mirina biguman a jinekê
11:33 Yekitiya Platformên KHK’iyan: Meleyan berdin
11:33 Wê di doza Pinar Gultekîn de malbata Avci jî were darizandin
11:32 Malbata Şenyaşar çalakiya xwe di roja 125’emîn de domand
10:26 Cotkarên li Dêrikê: DEDAŞ hem ceza dike hem desteka me desteser dike
09:20 TTB'ê hişyar kir: Dibe ku di payizê de pîkek nû rû bide